Rûpela aloziya Amerîka-Îranê hat girtin, gelo çîroka nakokiyan bi dawû bû

Amerîkayê bi operasyonekê Qasim Suleymanî yê îranî kuşt. Ji ber vê yekê nakokiyên li Rojhilata Navîn zêdetir bûn. Îranê bersiveke diyar da û Washingtonê jî xîtabeke hêmin da. Gelo çîroka şer bi dawî bû?

Rûpela aloziya Amerîka-Îranê hat girtin, gelo çîroka nakokiyan bi dawû bû
10 ÇILE, 2020   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Her ku rojevên balkêş di Rojhilata Navîn de rû didin, çavdêr dubare qala Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dikin û dibêjin êdî şer li ber deriyan e. Lê hin jî dibêjin, ji ber dîsa şerekî sar e, wê zêde dirêj neke.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê yê berê û pisporekî siyaseta Amerîkayê Henry Kissinger rewşa Rojhilata Navîn wiha nirxand: "Bi rastî jî li Rojhilata Navîn dahola şer lê dide û kesên vê nabînin ker in."

Rojnameya The Daily Squib a brîtanî hevpeyvînek bi Henry Kissinger re çêkiribû. Di hevdîtinê de hatibû diyarkirin: “Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li ber derî ye. Divê Îsraîl 7 dewletên li Rojhilata Navîn dagir bike, ji ber xwedan stratejî ne."

Kissinger wiha li axaftina xwe zêde kiriye: “Me artêşa Amerîkayê agahdar kiriye ku ji ber ev dewlet xwedan petrol û berhemên aborî ne. Em neçar in wan dewletan dagir bikin û tenê gavek li pêşiya me maye, ew jî derbekirina Îranê  ye. Dema Çîn û Rûsya hişyar bibin, dê şerê giran û teqînên mezin pêk werin. Tenê Îsraîl û Amerîka dê bi ser bikevin. Li gel vê yekê ji bo Îsraîl nîvê Rojhilata Navîn dagir bike, divê bi hemû hêz û çekên xwe şer bike.”

Girîngtirîn xalên Henry Kissinger gotine ev in: “Amerîka û Îsraîl dawiya Rûsya û Îranê amade kiriye. Lê piştî ku Amerîka derfeta xelasiya ji mirinê dabû wan, dê destpêkê Îran têk biçe û paşê her du welat hilweşin. Di vir de Amerîka dê ji nû ve civakeke cîhanî ava bike û tenê hikumeteke bi hêz hebe.”

Ev planên endezyarên siyaseta Amerîkayê ne, lê dîsa li gorî geşedanên li herêmê têne guhartin.

BI BÛYERAN RE BERÊ ŞER TÊ GUHARTIN

Şerê di navbera her du dewletan de kevn e û bi her qonaxekê re yan jî bûyerekê re xwe nû dike. Ji dosya nükleer a Îranê bigire û heta bi geşedanên li Îranê derkeve, lê ya girîng berfirehkirina serweriya Îranê di Rojhilata Navîn de ye. Lewma şerê îro diqewime, şerê wekîlan e.

Di esasê xwe dema Îranê hêza xwe ji Iraqê bigere û heta bi Lubnan, Sûriye û Yemenê derkeve, çêkir. Hem jî hewl da li Erebistana Siûdî û heta bi Efxanistanê hêza xwe berfirehtir bike, şer dest pê kir. Hêza ku Îranê li herêmê ava kir jî bi rêya Pasdarên Îranê bû. Tê zanîn ku dema Îranê artêşa Pasdarên ava kir, di bin navê parastinê de bû û fermandarê wê jî Qasim Suleymanî bû.

Lê piştî hikumê Şah di sala1979`an hilweşiya, Ayetullah Xumeynî biryaya avakirina hêzeke leşkerî da û navê "Pasdarên Şoreşa Îranê" lê kir. Armanca avakirina hêza leşkerî jî, parastina berjewendiyên welat li derve û hundir, parastina destkeftiyên şoreşê û serxwebûna xwe di biryarê de mîsoger bike.

Di encamê de Pasdarên Îranê li gelek dewletên Ereban bi ser ketin û mînaka wê jî li Lubnanê Hizbullah ava kirin.

HIZBULLAH EZMÛNEKE SERKEFTÎ BÛ

Hizbullah di 1982`yan de hate avakirin û 1984`an li dijî Îsraîlê sekinî, şervan li Îranê perwerde kirin û bûn xwedan ezmûn. Tê zanîn ku taybetmendiya Hizbullahê ji hêzên din ên ku piştgiriya xwe ji Tehranê werdigirin, cudatir dike, xwebirêxistinkirin e. Îstixbarata pêşketî û çekan bi kar tînin. Li gel vê yekê Hizbullah bi pabendiya bi tewriya Wîlayet El-Fiqih tê naskirin û Xumeynî jî piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê di sala 1979`an bi ser ket, bi cih anî.

Êdî ji vir û şûn ve Hizbullah bû hêzeke bibandor û di rejîma siyasî ya Lubnanê de roleke sereke lîst, li gel vê yekê di hundirê hikumetê de jî bû xwedan biryar û gotin.

HEŞD EL-ŞABÎ

Li Iraqê jî piştî êrişên Amerîkayê û rejîma Sedam Huseyîn hilweşiya, Îranê hêzên xwe ava kirin û navê Heşd El-Şabî li wan kir.

Li gel vê yekê Îranê li Iraqê gelek kom û tugay ava kirin, ji wan Esab Ehlilheq, Rêxistina Bedr, Tugayên Hizbullahê, Tugayên Îmam Elî, Fatimî û Zeynûbî ne.

Lê bi demê re zext li ser van tugayan hatin kirin û di bin navên hêzên Heşd El-Şabî de tev geriyan. Tê zanîn ku Heşd El-Şabî ji lêvegerên şîa Elî El-Sîstanî sûd wergirtin û di nîvê 2014`an de hate avakirin. Li gel vê yekê piştî hêzên Iraqê di şerê li dijî DAIŞ`ê bi bin ketin. Banga tevlêbûna nava saziyên ewlekariyê kirin. Heşd El-Şabî bi dehan koman di nava xwe de vedihewîne û hin kes jî dibêjin ku zêdetirî 100 hezar leşkerên şîa di nav wan de hene.

KOMELEYA BUSTAN Û ROLA WÊ DI SÛRIYÊ DE 

Li Sûriyê bi rêya komeleyên mirovî "Xeyrî" rolek lîst, nexasim komeleya Bustan ku Ramî El-Mexlûf ava kir û paşê veguherî platformeke Îranê û piştgiriya projeyên xwe li Sûriyê dikir. Komeleya Bustan yekemîn hêza Îranê li Sûriyê bû.  Tê zanîn ku komeleya Bustan jî ji tugayên Zeynûbiyên û bi hinceta parastina pîvanên olî yên Seyîda Zeyneb a li bejahiya Şamê hate avakirin, li gel vê yekê tugaya Seyde Reqiya û hêzên Îmam Rida jî hebûn.

Her wiha Îranê bi rêya şandina bi hezaran leşkerên xwe yên girêdayî Pasdaran, Hizbullaha Lubnanê û tugayên iraqî destwerdana şerê li Sûriyê kir û serweriya xwe berfirehtir kir.

Li gel vê li Heleb û Dêrazorê jî tevî ku endamên Lîwaa Baqir bi piranî Sine ne lê dîsa tugaya Lîwaa Baqir ava kir û paşê gelek ji wan bûn misilmanên şîa, an jî bandor lê bû.

TEVGERA ENSARELLAH EL-HÛSÎ

Tevgera Hûsiyan, tevgereke siyasî, olî û çekdar e, di sala 1992`yan de hatiye avakirin û Seda ya Yemenê navenda wan a sereke ye.

Navê Hûsiyan ji damezirînerê wê Hisên Hûsî hatiye û lîderê komê ye. Tê zanîn ku Hisên El-Hûsî li ser destên hêzên Yemenê di sala 2004`an de hatiye kuştin.

ŞER ÇAWA GUR BÛ Û ÇAWA VEMIRÎ?

Li herêmê piştî alozî di navbera DYA û Îranê de derket, Washington bû sedema kuştina Qasim Suleymanî û alozî gurtir bû. Her du dewletan di navbera 52 hedefan û 12 senaryoyan amade kirine, ji ber vê yekê hêzên herêmî û navdewletî destwerdan kirin û xwestin aloziyê rakin, nexasim Uman û Swîsreyê.

Piştî kuştina Suleymanî, Îranê bersiv da û 2 baregehên li Iraqê kirin armanc, paşê Trump axivî û her tişt wekî normal bi nav kir, di milekî din de Tehranê got ew ê bersiva xwe rawestandiye û şer naxwaze.

ALOZÎ  BI DAWÎ BÛ, LÊ PIRSGIRÊK MAN… BERÊ ŞER LI KU YE?

Aloziya amerîkî ji destpêka lihevkirinên di navbera Rûsya-Amerîka û Îsraîlê yên der barê astengkirina serweriyên Îranê li Sûriyê, Iraqê û li tevahiya herêmê dest pê kir. Paşê piştî lûtkeya Qudsê nakokî gurtir bûn û Rûsya ji bo ji sînorê herêmên li ser sînorê bi Îsraîlê ve vekişe, zext li Îranê kir û Îsraîlê jî êrişên xwe li ser nuqteyên Îranê yên li Sûriyê û Iraqê dijwartir kirin.

Li ser vî esasî hêzên navdewletî û herêmî destwerdan kirin û xwestin rewşê hêmin bikin. Lê dîsa jî nekarîn ji aloziya her du aliyan re bibin bersiv û muhtemel e rewşa aloztir bibe.

Di milekî din de pirsgirêka serweriyên Îranê, nakokiyên derbarê dosyaya nukleerê ya Îranê de, nakokiyên di Rojhilata Navîn de ji Sûriyê bigire û heta bi Iraqê, Lubnanê û di Yemenê de derkeve, hêj hene.

Lewma diyar e ku bersivên Îran û DYA`yê dûdirêj in û dema DYA`yê Qasim Suleymanî dest bi qonaxeke nû kir anku dest bi şerê li dijî serweriyên Îranê kir.

(eh)