‘Divê Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê aloziya Sûriyê çareser bikin’

Rûspiyên êlên herêma rojhilatê Dêrikê diyar kir ku divê Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê li ser maseya diyalogê rûnin û biryarên cidî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bigirin.

‘Divê Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê aloziya Sûriyê çareser bikin’
10 ÇILE, 2020   07:23
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH –NEJBÎR OSAMN

Li gorî rûspiyên êlên herêma rojhilat a Dêrikê (El-Şerqiyê) diyaloga Sûrî-Sûrî wek çareseriyek ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê, rawestandina rijandina xwîna gelê Sûriyê, rêgirtina li pêşiya mudexeleyên herêmî û navneteweyî di karûbarên Sûriyê de  tê hesibandin.

Rûspiyê êla El-Şerabîn û endamê Meclisa Êl û Rûspiyên herêma El-Şerqiyê Fewaz El-Bazo got: “Pêwîst e diyaloga Sûrî-Sûrî dûrî mudexeleyên biyanî û ajandeyên derve be.”

El-Bazo bang li Rêveberiya Xweser, dewleta Sûriyê, welatparêzan û kesên xwedî biryar kir ku li ser maseya diyalogê ya avaker rûnin û wiha pê de çû: “Ji bo ku aloziya Sûriyê  bi şêwazekê ku ji tevahiya Sûriyê û gelê wê re xêr be, çareser bikin. Her wiha biryarên cidî ji bo berjewendiya welêt bigirin.”

Nûnerê Êla Harûna ya herêma Dêrikê û endamê Meclisa Êl û Rûspiyan a herêma El-Şerqiye Osman Hec Îbrahîm got: “Pêvajo hesas e, ji herkesî tê xwestin ku deriyê diyalogê vekin. Ji dewletê jî tê xwestin ku xwedî vîneke azad be û gelê herêmê hemû bipejirîne.”

Îbrahîm wiha domand: "Divê rewşenbîr, siyasetmedar û kesên xwedî biryar, aliyan teşwîqî diyalogê bikin. Li hemberî kesê fesadiyan li welêt belav dike, bisekinin. Li hember kesên mafên me binpê dikin, axa me ji bo xizmeta berjewendiyên dewletên dagirker talan dikin, bi taybet komên terorîst ên ser bi dewleta Tirk a dagirker, bibin asteng. Ne pêkan e ev kom bi vê zihniyetê azadiyê ji gelan re bînin. Bûyerên li Sûriyê rû didin, tenê şerê hegamoniyê di navbera dewletên herêmî de ye. Gelê Sûriyê û dewleta Sûriyê ji ber mudexeleyên navneteweyî û herêmî di kar û barên Sûriyê yên hundirîn de li ser axa xwe, Sûriyê mîna xerîban bûne. Çareseriya tekan e ya aloziya Sûriyê di destê gelê Sûriyê de ye. Ji ber ku "Artêşa Watanî ya Sûriyê" ya ku herêmên Sûriyê dagir kirine, xizmeta ajandeyên derve dike. Milkên welêt û gel talan û wêran kirin. Ji bo ku xenîmeyan bidest bixin şêniyên wê dan koçberkirin. Ew çete girêdayî dewleta Tirk a dagirker in û mirov nikare pişta xwe bide wan da ku milkên welêt û gel biparêzin. Ew nûnertiya gelê Sûriyê nakin.”

Her wiha serokê Meclisa Êl û Rûspiyan a herêma El-Şerqiye Hewas Cedî got: “Sûriyê û tevahiya gelan berdêla vî şerî dane. Ji ber ku aloziya Sûriyê ya ku ji 2011`an ve destpê kiriye şerekî cîhanî ye û li ser axa Sûriyê pêk tê. Tevahiya dewletên ku mudexeleya Sûriyê kirin, ne ji bo xizmeta berjewendiya gelê Sûriyê mudexele kirin. Lê belê ji bo ku parçebûnê di navbera pêkhateyên Sûriyê de li ser bingehên taîfî belav bikin û berjewendiyên xwe pêk bînin.”

Cedî destnîşan kir ku tevahiya civînên li Cinev, Astana û Soçiyê lidar ketine, tu çareseriyek ji gelê Sûriyê re pêşkêş nekirin û wiha axivî: “Ji ber ku ne xwediyê projeya ku aloziya Sûriyê bidawî bike û mafên gelê Sûriyê misoger bike, ne. Armanc û projeya opozîsyona Sûriyê tenê hilweşandina rejîmê, desthilatdarî û avakirina pergalek li ser bingeheke îslamiyeta tundrew e. Ev pergal bi pêkhateyên herêmê îtîraf nake. Ji ber wê opozîsyon nikare aloziya Sûriyê çareser bike û mafên gelê Sûriyê mîsoger bike.”

Cedî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Top li qada hikumeta Sûriyê ye. Divê ew bi Rêveberiya Xweser re ya ku bi rêjeya ji sedî 30 ji rûbera Sûriyê rizgar kiriye û bi hezaran şehîd dane, diyalogê ava bike. Ji ber ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji tevahiya pêkhateyên herêmê pêk tê û ew hêza rewa ya tekane ye ku li hember çeteyên DAIŞ û rêxistinên terorîst ên din sekiniye. Ji hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser tê xwestin deriyê diyaloga Sûrî-Sûrî bi tevlibûna êlan û tevahiya pêkhateyên herêmê, vekin. Meclisa Êlan û Rûspiyan bi tevhiya hêza xwe kar dike da ku diyaloga Sûrî-Sûrî xurt bike. Ji bo ku Sûriya pirrengî, demokratîk û ne navendî were avakirin bi şêwazekê ku milkê hemûyan be û tevahiya pêkhateyên Sûriyê tê de mafên xwe bidest bixin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8vofIuBjK50" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>