KCD: Em Komkujiya 9’ê Çileyê ya Parîsê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin

KCD’ê bi daxuyaniyekê her sê jinên têkoşer; Sara, Leyla û Fîdan bi bîr anîn û diyar kir ku dê Qetlîama 9’ê Çileyê ya Parîsê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.

KCD: Em Komkujiya 9’ê Çileyê ya Parîsê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
9 ÇILE, 2020   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:

“Şerê ku mêtingeriya kapîtalîst-emperyalist li Rojhilata Navîn û li dijî gel bi pêş xistiye, bi qetlîamên mezin ên li dijî civak û xwezayê, bi koçberkirin û wêrankirinên ku paşve nayê vegerandin re her ku diçe bêhtir kûr dibe û didome.

Li dijî polîtîkayên wêrankirin û sepandinên pergala kapîtalîst-emperyalîst, tevgera azadiyê ya Kurdan ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bi hêviya azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê vejiyaye û bûye hêza rênîşandanê û ronîkirinê.

Tevgera azadiyê ya Kurd ku ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bûye meşaleya azadiyê, di serî de bûye hedefa hêzên emperyal ên navneteweyî-neteweyî û hêzên metînger ên herêmî.  Bi hevkariya hêzên navneteweyî û hêzên emperyalist ên metînger ên herêmî hatiye xwestin ku tevgara azadiyê ya Kurd bi operasyon û komployan bê tasfiyekirin. 

Wekî berdewama Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pêk hat, di 9’ê Çileya 2013’an de jî komplo û qetlîama Parîsê pêk hat.

Pêşenga tevgera azadiyê ya Kurdistanê û şoreşgera jin Sakîne Cansiz (Sara) û du hevrêyên xwe Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de ji hêla dewleta Tirk ve li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin.

Eşkere ye ku bêyî agahî û destûra hêzên navneteweyî qetilkirina 3 jinên Kurd ên li Parîsê ne gengaz e.

Armanc û hedefa qetlîama Parîsê gelekî fireh e. Ji ber ku Sakîne Cansiz sazûmankara tevgera azadiyê ya Kurdistanê ye û di hemû merheleyên azadiya jinên Kurdistanê de xwedî û rol û riste û dîsa ji ber Cansiz li dijî pergala baviksalar bi hêviya azadiya civakê bi avakirina pergala hemdem a demokrasî-azadiyê pêkan e pêşxistiye bûye hedefa hêzên navneteweyî ya ku tetikkêşiya wê dewleta Tirk kiriye.

Ji bo ser doza qetlîama Parîsê bê girtin dereng tê destgirtin û bi vî awayî ji hêla hêzên navneteweyî tê xwestin ku cinayeteke hiqûqî bê kirin.

Divê civaka navneteweyî bê deng nemîne û rê ne de ku berpirs û kujerên qetlîama Parîsê bên xilaskirin û hesab nedin.

Em di wê baweriyê de ne di serî de dewleta Tirk, hemû hêzên ku berpirsiyariya wan di vê qetlîamê de heye  dê li pêş dîrok û mirovahiyê bên mehkumkirin û hesab bidin.

Dîsa Cansiz û şopdarên wê Sevê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Ûyar bi heman armancê di 4’ê Çileyê de li Silopiyê hatibûn qetilkirin.

Em careke din di salvegera şehadeta Sakîne, Fîdan, Leyla, Sevê, Pakîze û Fatma de wan bi rêzdarî bi bîr tînin û bi hêza têkoşîn, berxwedan û pêşengiya ku me ji şexsiyeta wan girtiye em dê têkoşîna xwe ya azadiyê teqez bi serkeftinê tacîdar bikin.

Em dê Qetlîama 9’ê Çileyê ya Parîsê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin!

Berpirsiyarên qetlîamê dê nekarin ji ber dîrok, mirovahî û hiqûqa gerdûnî birevin û hesabê nedin.”