‘Çete li warê me ne, lewma em nikarin li malên xwe vegerin’

Koçberên kampa Waşokanî dixwazin li xaka xwe vegerin, lê çeteyên Tirkiyê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine û ew naxwazin vegerin.

‘Çete li warê me ne, lewma em nikarin li malên xwe vegerin’
‘Çete li warê me ne, lewma em nikarin li malên xwe vegerin’
‘Çete li warê me ne, lewma em nikarin li malên xwe vegerin’
‘Çete li warê me ne, lewma em nikarin li malên xwe vegerin’
‘Çete li warê me ne, lewma em nikarin li malên xwe vegerin’
9 ÇILE, 2020   07:40
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Ji ber êrişên artêşa Tirk ên 9’ê Cotmeha 2019’an ku heta niha didomin, zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûn û zêdetirî 64 navend ji wan re hatin vekirin. Ji wan kampa Waşokanî ya ku 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê û niha zêdetirî 6200 koçber lê bi cih bûne.

Lê ji ber rewşa bahewayê rêveberiya kampê û Heyva Sor a Kurd nekarîn kampê bi rê ve bibin û hejmara konan zêdetir bikin, lewma hejmarek ji malbatan li konên pêşwazîkirinê dimînin.

Li kampa Waşokanî hezar û 100 kon hatine vegirtin û hezar û 100 malbat lê bi cih bûne, li ser vî esasî rêveberiya kampê, saziyên xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê konên nû vedigirin, lê rewşa bahewayê rê nade ku danîna konan bi dawî bibe.

Têkildarî mijarê Ezîz Enter Yusif koçberê ji Serêkaniyê ye û wiha parve dike: “Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê em ji gundê xwe derketin, ez xwedanê 10 kulfetan im û rewşa me baş e, pêwîstiyên me ji me re dabîn dikin. Karê çeteyên artêşa Tirk û kesên bi navên"Artêşa Wetenî ya Sûriyê" li Serêkaniyê tenê dizî û talankirin e.”

Ezîz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî zor û zehmetiyan lê heke çete li gundên me bin em venagerin gundên xwe, li ser vî esasî em banga derxistina çeteyan dikin.”

Fatima Îbrahîm ji gundê Um El-Xêr ê girêdayî Serêkaniyê ye. Fatima got: “Ji ber êrişên artêşa Tirk em ji gundên xwe derketin, çeteyan gundên me topbaran dikirin û malên me wêran kirin. Li gel vê yekê jî malên gund wêran kirin. Rewşa me baş e û pêwîstiyên me dabîn dikin, ez xwedan 7 zarokan im, pêwîstiya me bi konekî heye.”

Rewşa bahewayê rê nade ku kon werin vegirtin, lewma gelek malbat bê kon mane, ji wan malbata Eyşê Hisên a ji koçberên Serêkaniyê ye. Eyşê wiha axivî: “Ji ber êrişên artêşa Tirk û kesên bi navên "Artêşa Wetenî ya Sûriyê" em ji malên xwe derketin. Ez xwedan 4 kulfet im û ji beriya çend rojan ve em li konê pêşwaziyê me û kon bi dest me neketiye. Daxwaza min ew e koneke bi dest me bikeve ji ber zarokên me piçûk in û sermayê ranakin. Lê tevî vê yekê jî heke çete ji malên me dernekevin em li warê xwe venagerin.”

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vz7f0O_f8F8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>