Mijarên rojnameyêm erebî – 8 Çile

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa serdana Pûtîn a Şamê, bersivdana Îranê li ser kuştina Suleymanî û destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê kir.

Mijarên rojnameyêm erebî – 8 Çile
8 ÇILE, 2020   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: PÛTÎN JI BO QEDEXEKIRINA ÊRIŞÊN TOLHILDANA ÎRANÊ LI DIJÎ ÎSRAÎLÊ LI ŞAMÊ YE

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa serdana serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a Şamê kir û di vî warî de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Aliyên dîplomasiyê, serdana serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a Şamê re li gel nakokiya xeternak ku bi encama pêkanîna DYA’yê ya kuştina fermandarê Feyleq El-Qudis a girêdayî Pasdarên Îranê general Qasim Suleymanî, çêbûye, nirxand ku bi hedefa yekalîkirina Sûriyê ya şer û qedexekirina tu êrişeke tolhildanê li dijî Îsraîlê ye. Ji ber ku dibe ku milîsên bi ser Îranê ve, hedefên girêdayî DYA’yê û hevalbendên wê yên li herêmê, derbe bikin."

Çavkaniyan bal kişand ser serdana Pûtîn a ji Şamê re ku nameyeke tund ji Îranê re der barê Şamê de û bi erêkirina civaka navdewletî ya mayîna aliyên wê yên leşkerî û siyasî bi hevkariya Moskovê ye. Her wiha jî Rûsya nahêle Tehran xaka Sûriyê li dijî hebûna Amerîkayê ya li herêmê, bi kar bîne.

Kuştina Suleymanî herêm xist nava amadekariyên mezin ku serokê Rûsyayê jî dixwaze di her amadekariyeke muhtemel de hebe. Her wiha Pûtîn diyar kir ku qada Sûriyê parçeyek ku ji qadên berjewendiya stratejîk ên bingehîn ên Moskovê li herêmê parçe nabe û bi wê re jî nameyên cur bi cur dide.

ŞERQ EL-EWSET: 4 NÎŞAN DIHÊLIN KU DERBEYA ÎRANÊ "JI BO SPÎKIRINA RÛYÊ XWE" BE

Der barê bersivdana Îranê li ser kuştina Suleymanî de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Tevî bilindkirina nakokiyê, lê derbeya Îranê ya ku hêzên Amerîkayê li baregeha Eyn El-Esed a Iraqê hedef girtiye, êdî nîşaneya israra pêkanîna soza tolhildana kuştina fermandarê Feyleq El-Qudis a Pasdarên Îranê ya Qasim Suleymanî ye ku dixwaze rûyê xwe sipî bike bi nirxekî herî kêm, pêk anî û di heman demê de jî bû sedema nekişandina ber bi şerekî bi DYA’yê re û ev jî bi 4 nîşaneyan pêk hat."

Li gorî rojnameyê, nîşane ew in ku hilbijartina hedefê ye û derbekirina baregeha Eyn El-Esed e. Her wiha ev baregeh jî  ya mezintirîn a hêzên Amerîkayê li Iraqê ye ku dihêle Îran bi derbekirina paytexta Amerîkayê ya li Iraqê, kêfxweş bibe. Lê di heman demê de, birina beşeke mezin ji hêzên Amerîkayê li baregehê ji dema kuştina Suleymanî ve li gel xurtkirina bergeriyên ewlehiya wan, hişt zêdetir bê parastin û bi wê re jî gumana ziraran kêm kir.

EL-BEYAN: VEKIŞÎNA AMERÎKAYÊ BI XWE RE XETEREYÊN PARÇEKIRINA IRAQÊ TÎNE

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Piştî derewandina DYA’yê ya biryara vekişîna hêzên xwe ji Iraqê, êdî mijar bû texmînî. Lê belê ji aliyê siyasî ve, çavdêran da zanîn ku "derbeyeke tund" ji pêkhateya herî bi hêz a di parlamentoyê de ye ku yekalî biryara çewt a hewldana cemidandina peymana ewlehî ya bi Washingtonê re standiye."

ŞERQ EL-EWSET: ARTÊŞA LÎBYAYÊ NÊZÎ MESRATAYÊ DIBE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Hêzên artêşa wetenî ya Lîbyayê bi serkêşiya Hefter ber bi bajarê Mesrata yê rojavayê welêt ve pêşve diçin. Ev yek di dema berpirsên leşkerî îşaretan diyar dikin ku hêzên wan dibe ku derbasê bajêr bibin beriya ku hêzên Tirkiyê derbas bibin. Ev yek di çarçoveya lihevkirina ku ji aliyê hikûmeta Fayiz El-Serac bi Tirkiyê re di meha Mijdara sala 2019`an de hatin kirin, pêk hat.”

Fermandarekî di artêşa wetenî de diyar kir ku milîsên ber bi Mesrata ve diçin têk diçin û ber bi bajarê xwe ve direvin. Niha jî artêş ber bi Mesratayê ve diçe û şer li rojavayê bajarê Sert dijware. Artêşa wetenî beriya du rojan tekez kir ku piştî derxistina hêzên wan ji bajarê Sert ê navenda welêt tu niyetên wan ji bo êrişên li ser Mesrata tune ne.

EL-BEYAN: SERT XWESTEKÊN TIRKIYÊ YÊN KEVANA PETROLÊ DE TÊK DIBE

Rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Rizgarkirina bajarê Sertê ji operasyonên zû pêk hat ku 3 saet derbas nekir. Ev yek ji artêşa nîştimanî ya Lîbyayê re di aliyê stratejîk, teknîk û di aliyê xurtkirina moralên leşkeran û tevahî gelê Lîbyayê de serkeftineke girîng e. Bajarê Sert dikeve nava berava Lîbyayê (560 km rojavayê Benxazî û 450 km rojhilatê Terablusê).

(fr-bx)