Putin û El-Esed hevdîtin kirin

Berdevkê Kremlin  Dmitriy Peskov ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana paytexta Sûriyê Şamê kiriye û hevdîtinek bi serokkomarê Sûriyê re Beşar El-Esed re çêkiriye.

Putin û El-Esed hevdîtin kirin
7 ÇILE, 2020   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Kremlin bibîr xist ku Putin ji El-Esed re gotiye: "Me qederek mezin ji bo jinûveavakirina  dewleta Sûriyê û yekitiya axa wê qut kiriye."

Li gorî Kremlinê El-Esed jî spasdariya xwe ji Rûsyayê re rave kiriye ji ber ku alîkariya wê di têkoşîna li dijî terorê û vegerandina aştiyê de kiriye.

(şx)