Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane lidar xist

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê di civîna xwe ya salane de biryarên girîng der barê pêşxistina kar de girt, jê sazûmaniyê rêveberiyê ji nû ve were nûkirin.

 Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane lidar xist
 Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane lidar xist
 Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane lidar xist
 Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane lidar xist
 Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane lidar xist
 Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane lidar xist
 Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane lidar xist
 Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane lidar xist
5 ÇILE, 2020   19:27
TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê civîna xwe salane lidar xist, pirsgirêkên ku di salan borî de derketin û rêbazên çareserkirinê nîqaşkirin û ji bo pêşxistina xebatê biryarên standin.

Civîn li navenda Çand û Hunerê hate lidarxistin. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û cîgira wê Elîzabet Gewriyê, hevserokên komîte, buro û gerînendeyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê di civînê de amade bûn.

Civîn bi nirxandina rewşa siyasî ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed ve destpêkirin. Şiyar anî ziman ku li herêmê gelek guhertin û veguhertinên nû rû dan ku xeta siyaseta herêmî û navdewletî guhertin.

Mihemed got: "DAIŞ hîna li Sûriyê û Iraqê heye lê bi rengekî din e. Bidawîbûna DAIŞ ne li gorî berjewendiyên hêzên ku ewlehiya herêmê naxwazin e. Ji ber vê yekê hertim dixwazin zemînekê ji aloziyê re çêbikin û kur bikin ne wekî ku îdia dikin ew çareseriyê dixwazin."

Mihemed di berdewama axaftina xwe de bal kişand ku "Tinekirina terora cîhanê di dema me ya heyî de xwe dispêre du xetan, yek derbeyên leşkerî giran li komên terorîst werin xistin û ya din rêxistinkirin û perwerdekirina civakê ye. Rêveberiya Xwerser jî bi rêya projeya netewa demokratîk a bi saya wê em gavên mezin ber bi tinekirina terorê û pêkanîna ewlehî û aramiya wê davêjin."

Piştî nirxandina rewşa siyasî, raporên rewş û xebata sala borîy ya komîte û buroyên Meclisa Rveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê hatin xwenedin û nîqaş der barê raporan de hatin kirin.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabet Gewriyê got: "Di raporên komîteyan de diyar dibe ku valahiyeke mezin di navbera rêveberî p gel de ye, ev yek li pêşiya rêya serkeftinê ya sîstema rêveberiyê dibe asteng. Ji ber vê yekê divê di navbera gel û rêveberiyê de têkiliyên baş hebin û rewşa jiyanî ya gel were pêşxistin."

Piştre rewşa rêxistinî hate nirxandin û deriyê nîqaşan li pêşiya beşdaran hate vekirin.

Di dawiya civînê de gelek biryar hatin standin.  Ji wan, " êrkirina qanûna baçeyan da ku astengiya di diraviya mehê de were çareserkirin, vekirina mala sêwiyan, firehkirina rûbera çandiniyê, zêdekirina hejmara dibistanan, pêşxistina sîstema ewlehî, pêşxistina rewşa tenduristiyê li gundan û pêşxistina pîşesaziyê."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid got, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nûve sazkirina sazûmaniya Rêveberiya Tebqayê erê dike û anî ziman ku divê ev yek bi lez pêk were da ku kêmasî werin derbaskirin. Her wiha bal kişand ku gereke stratejiyeke diyarker bi planger ji bo projeyên dema bê werin diyarkirin.

ANHA