Li Somaliyê êrişa li dijî baregeha Amerîka û Kenyayê

Tevgera Ciwanên Îslamî ya Somaliyê êrişî baregeheke leşkerî kir ku artêşa Amerîkayê û ya Kenyayê bi kar tînin.

Li Somaliyê êrişa li dijî baregeha Amerîka û Kenyayê
5 ÇILE, 2020   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku dezgehên çapemeniyê belav kirin, Tevgera Ciwanên Îslamî ya Somaliyê êrişî baregeha leşkerî ya li herêma Lamo ya Kenyayê kir. Baregeh ji aliyê artêşa Amerîka û Kenyayê ve tê bikaranîn.

Tu agahî der barê ziyanên ku di encama êrişê de çêbûne, nehatin bidestxistin. Her wiha nehat diyarkirin ku kuştî û birîndar di êrişê de hene yan na.

(bx)