Erebistana Siûdî: Destwerdana Tirkiyê ji Lîbyayê re gefa li ser ewlehiya erebî ye

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî şandina hêzên leşkerî yên Tirkiyê ji Lîbyayê re şermezar kir û got destwerdana Tirkiyê biryarên Meclisa Ewlehiyê binpê dike.

Erebistana Siûdî: Destwerdana Tirkiyê ji Lîbyayê re gefa li ser ewlehiya erebî ye
5 ÇILE, 2020   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Was a Erebistana Siûdî daxuyaniyeke Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Erebistana Siûdî tekez dike ku şandina hêzên Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve tehdîdekê li ser aramî û ewlehiya Lîbyayê û aramiya erebî û ewlehiya herêmî çêdike. Ji ber destwerdana kar û barên hundrîn ê dewleteke erebî dike û ev yek pîvan û zagonên navdewletî binpê dike."

(bx)