‘Bibin yek, hebûna me di xeteriyê de ye!’

Şêniyên bajarê Qamişlo bang li partî û rêxistinên siyasî yên Kurdan kirin ku bêyî şertên pêşî li ser maseyekê rûnên, nakokiyên xwe deynin aliyekî û yekitiya xwe ava bikin.

‘Bibin yek, hebûna me di xeteriyê de ye!’
5 ÇILE, 2020   07:29
QAMIŞLO – BASIL REŞÎD – EHMED SEMÎR

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9‘ê Cotmehê ve êrişên bi armanca qirkirinê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin.

Ji bo rêgirtina li ber van êrişan û bi armanca avakirina yekrêziya kurdî gelek însiyatîf ji aliyê partî û rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin destpêkirin.

16‘ê Mijdara 2019‘an Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî bi heman mebestê însyatîvek ragihand, bang li hemû partiyên siyasî yên kurdî kirin ku yekitiya xwe ava bikin.

Şêniyên bajarê Qamişlo piştgirî dan banga Mezlûm Ebdî dan û wekî gaveke êrênî û pîroz bi nav kirin.

Mihemed Şerîf anî ziman ku însyatîfa fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk Mezlûm Ebdî ya der barê yekrêziya kurd gaveke êrênî û pîroz e û wiha domand: "Gelê Kurd ji şerê cîhanê yê yekemîn û vir ve tişt ji ber nakokiyên di navbera wan de tiştek bi dest nexist. Şoreşa Rojava derfet da me da ku em yekitiya xwe ya netewî ava bikin. Divê em vê derfetê ji dest ne nebin."

‘ÇIMA PARTIYÊN ME NABIN YEK?’

Şerîf bang li partiyên siyasî yên Kurdan kir ku bi hestekî netewî bilind nêzî însyatîfê bibin û yekîtiya netewî ava bikin. Şerîf got: "Tevahî hêzên cîhanê dema destkeftiyên wan dikevin xeteriyê nakokiyên xwe li aliyekî datînin û dibin yek. Çima partiyên me nabin yek? Mîna Tirkiyê opozisyona wê ya hundirîn heye, lê dema ku êrişî gelê Kurd bi hinceta ewlehiya netewî ya Tirkiyê di xeteriyê de ye bû xwedî yek helwest."

Şerfî îşaret pê kir ku divê xîtaba kurdî di qadên navdewletî de yek be û got: "Mixabin ruxmî însyatîf û bangewaziyan hin partiyên siyasî ti gav ji bo yekitiyê ne avêtin. Divê vê pirsgirêkê çareser bikin da ku bi xîtabekê nûnertiya xwe di qadên navdewletî de bikin."

Welatiya bi navê Fatima Koçer hêvî kir ku partiyên siyasî bibin yek û got: "Îro em hemû di keştiyekê de ne, heger qulipî em hemû noqî avê bibin. Ji ber vê yekê divê siyasetmedar yekitiya xwe ava bikin ji ber hebûna me di xeteriyê de ye."

Welatiyê bi navê Salih Umer got: “Yekitiya netewî ya kudî mîna nan û avê girîng e. Divê partiyên siyasî li ser masyekê rûnên û bêyî şertên pêşîn pirsgirêkên xwe deynin aliyekî û yekitiya xwe ava bikin. Hêzek leşkerî heye parastina me dike, çima partiyên siyasî nabin yek?"

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pHN_6vee43o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>