Bertekên herêmî û navdewletî li ser kuştina Suleymanî... ‘destpêka şerê mezin e’

Têkildarî hedefgirtina fermandarê Feyleq El-Quds a Îranê Qasim Suleymanî û fermandarên dîtir ên ku pê re, bertekên herêmî û navdewletî çêbûn ku hişyarî li ser destpêkkirina şerekî mezin li Rojhilata Navîn da.

Bertekên herêmî û navdewletî li ser kuştina Suleymanî... ‘destpêka şerê mezin e’
3 ÇILE, 2020   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyona kuştina Qasim Suleymanî derbeyeke mezin li dijî Îranê û siyaseta wê ya li herêmê ye û tê texmînkirin ku dê bi xwe re nakokiyên di navbera Amerîka û Îranê de kûrtir bike.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo anî ziman ku agahiya kuştina fermandarê Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî, li Iraqê bû sedema kêfxweşiyê.

Robert Malley ê cîgirê bere yê kar û barên Rojhilata Navîn ê serokê Amerîkayê di serdema Barack Obama de wiha got: "Serokê niha Donald Trump bi kuştina Qasim Suleymanî re, şer li dijî Îranê ragihand."

Seroka Senatoya Amerîkayê Nancy Pelosî jî diyar kir ku kuştina Qasim Suleymanî xetereya li herêmê bilind kir.

Her wiha Îsraîlê lez da girtina herêma Cebel El-Şêx li hember îsraîlî û turîstan.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku kuştina generalê Îranê Qasim Suleymanî xetereyek bê ser û ber e û dê bi xwe re jî nakokiyan li herêmê pêk bîne.

Serokê hikumeta Iraqê Adil Abdulmehdî kuştina fermandarê Feyleq El-Quds bi gotinên tûj şermezar kir. Abdulmehdî bal kişand ser operasyonê û wiha got:" Ev jî binpêkirineke eşkere ya mercên hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê ye. Ji ber rola wê tenê perwerdekirina hêzên Iraqê û şerkirina DAIŞ’ê di nava hêzên Koalîsyona Navdewletî di bin çavdêrî û erêkirina hikumeta Iraqê de ye.”

Serok tevgera ‘Esyib Ehlulheq’ Qeys El-Xuzelî wiha da zanîn: "Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê dê têk biçe û her wiha jî dê Îsraîl jî têk biçe. Ew jî li hember kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî El-Muhendis e."

Li aliyekî din jî sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah oparasyona kuştinê şermezar kir û wiha got: "Em li pey wî man. Dê rêya wî bidomînin û xebata pêkanîna hedefên wî pêk bînin û nîşaneya wî li qadan bilind bikin."

Rejîma Sûriyê jî kuştina Suleymanî şermezar kir û diyar kir ku dê bi xwe re nakokiyê li herêmê bilindtir bike.

Ji aliyekî dîtir ve jî fermandar û rayedarên Îranê soza dayîna bedelên giran li ser kuştina Qasim Suleymanî da DYA’yê û anîn ziman ku bersiva Îranê şerekî herêmî pêk nayne.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî kuştina Suleymanî wiha wesif kir: "Karekî dijminatî û belayekî mezin e." Her wiha piştrast kir ku dê bi xwe re jî israr û berxwedana Îranê li hember destwerdana Amerîkayê zêde bike da ku parastina nirxên îslamî bike û dê tolhildana li hember DYA’yê pêk bê.

Serokê parlamentoya Îranê Elî Larîcanî jî wiha got: "Îran xwînrijandina lehengên xwe mîna Qasim Suleymanî naborîne."

Her wiha berdevkê Komîteya Ewlehiya Nîştimanî û Siyaseta Derve ya parlamentoya Îranê, Husên Neqwî Huseynî destnîşan kir ku kuştina Suleymanî pêdiviya xwe bi şerekî herêmî tune ye û dê DYA’yê temenekî giran der barê vî sûcî de bide.

(fr)