Xaminey soza bersiva tund dide û Biden dibîne ku Washington li ber aloziyeke mezin e

Rêberê olî yê Îranê Elî Xaminey gefa "bersivdana tund" li ser kuştina Qasim Suleymanî xwar. Cîgirê berê yê serokê Amerîkayê Joe Biden jî got "Êdî DYA li ser keviya nakokiya a mezin li Rojhilata Navîn e."

Xaminey soza bersiva tund dide û Biden dibîne ku Washington li ber aloziyeke mezin e
3 ÇILE, 2020   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN


Ajansa El-Enba ya Îranê daxuyaniya Elî Xaminey ragihand ku tê de wiha tê gotin: "Birêz fermandarê şoreşa îslamî îro daxuyaniyek piştî şehadeta fermandarê Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî û şehîdên dîtir ên pê re, bi taybet mucahîdê îslamê yê mezin şehîd Ebû Mehdî El-Muhendis da, ku tê de piştrast kir ku dê tolhildaneke tûj li hember sûcdaran be."

Cewad Zerîf piştî kuştina Suleymanî li ser Twitterê wiha got: "Terora navdewletî ya DYA’yê ya li dijî şerkirina DAIŞ’ê, Cebhet El-Nusra û El-Qaîdeyê, general Qasim Suleymanî hedef girt û kuşt. Ev jî gelekî xetere û nakokiyeke ehmeqî ji DYA’yê re ye. Dê DYA berpirsê binpêkirinên xwe be."

Ajansa nûçeyan a Îranê ragihand ku Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê jî civîneke awarte di encama kuştina Qasim Suleymanî de li dar xist.

Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pantagon) jî îro got kuştina Suleymanî bi fermana serokê Amerîkayê Donald Trump pêk hat. Her wiha wezîrê parastinê yê Îranê Emîr Hatimî wiha got: "Em ê tola fermandarê Feyleq El-Quds rakin, ev sûcê qirêjî mînaka şerê şeytanî yê mezin e.”

Li aliyekî din jî cîgirê berê yê serokê Amerîkayê Joe Biden û hilbijêrê serokatiya hilbijartinên 2020’an êrişî rêveberiya Amerîka û serok Trump kir, piştî ragihandina kuştina Qasim Suleymanî û fermandarê Feyleq El-Qudis ê girêdayî artêşa Pasdaran.

Joe Biden di daxuyaniya ku li ser tiwtterê de belav kiriye, wiha got: "Trump tiliya dînamît avêt bermîlê barûdê û deyndarê gelê Amerîkayê li ser stratejî û planê xwe ye."

Joe Biden wiha domand: "Dibe ku em niha li ber aloziyeke mezin di rêya Rojhilata Navîn bin."

(jo)