‘Tirkiye hewl dide desthilatdariya Ixwan vegerîne  Misrê’

Nivîskar û siyasetmedarê misrî Usama El-Inêzî diyar kir ku armanca Erdogan ji şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve vegera desthilatdariya Îxwan El-Muslimîn e li Misrê ye.

‘Tirkiye hewl dide desthilatdariya Ixwan vegerîne  Misrê’
3 ÇILE, 2020   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA HEBÎB

Duh parlementoya Tirkiyê şandina hêzên Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve erê kir, di vê mijarê de çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên Tirkiyê gihan Lîbyayê.

Şandina çeteyan ber bi Lîbayayê ve dewletên herêmî û navdewletî hêrs kir. Di vê mijarê de nivîskar û siyasetmedarê misrî Usama El-Inêzî ji ajansa me re axivî.

El-Inêzî wiha dest bi axaftina xwe kir: “Armanca şandina çeteyan ji berî her tiştî dubarekirina desthilatdariya Îxwanan li Misrê ye. Li gel ku serokkomarê Tirkiyê komên leşkerî bi rê ve dibe.”

Nivîskar û siyasetmedarê misrî Usama wiha pê de çû: “Bi nêrîna min wê Erdogan ne bi leşkerên Tirkiyê parastina xaka Lîbyayê bike, lê bi şêwirmendên leşkerî yên Tirkiyê parastina xaka Lîbyayê bike.Li gel ku çeteyên El-Qayîdê, DAIŞ, Cebhet El-Nusra û Îxwên terorîst piştî ji Idlibê ya Sûriyê derbikevin dê berê wan li dewletên Beravê û çolistanê be.”

Têkildarî bersiva Misrê nivîskar wiha got: “Misr bi rêya daxuyaniya ji Wezareta Karê Derve bersiveke tund  da û ragihand ku nêzîkatiyên Qahîra ji aloziya Lîbyayê ne wekî nêzîkatiyên wê ji aloziyên dewletên din e. Qahîra hem di qada siyasî û hem jî di qada diplomatic hilbijart û heke pêwîst bike dê bi Tirkiyê re bike nava şer de jî.”

(eh)

ANHA