Beşa koçberan a 11`an ji kampa Holê derket

Beşa 11’an a koçberên li kampa Holê ku ji şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, ji kampê derket. Di beşa 11’an de 330 kes ji kampê derketin.

Beşa koçberan a 11`an ji kampa Holê derket
Beşa koçberan a 11`an ji kampa Holê derket
Beşa koçberan a 11`an ji kampa Holê derket
Beşa koçberan a 11`an ji kampa Holê derket
2 ÇILE, 2020   14:04
HESEKÊ

Vegera koçberên li kampa Holê li gorî biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Ev yek piştî kar û barên pêwîst û garantiya nûnerên eşîran bi rê ve diçe.

Rêveberiya kampê beriya niha beşa 10`an di 16`ê Kanûna 2019`an de ji kampê derxist, ew jî şêniyên ji Dêrazorê bûn ku 91 malbat ji 388 kesan derketin ku têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ`ê re tune ye.

Di vê çarçoveyê de û ji bo pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser a ji bo girîngiya derxistina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune ye, rêveberiya kampa Holê beşa 11’an a koçberan ku ji şêniyên bajarê Tebqayê ne, derxist.

Hejmara malbatên ku derketin 96 e û ji 330 kesan pêk tê. Rêveberiya kampê bi dehan erebe ji bo veguhestina wan amade kirin, her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê parastina wan heta gihandina bajarê Tebqayê û radestkirina li Meclisa Tebqayê bike.

(jo)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jLsbmhFqqxQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>