Meclisa Kantona Şehbayê civîna xwe ya salane lidar xist

Bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê em ê dagirkeriyê têk bibin" Meclisa Kantona Şehbayê civîna xwe ya salane lidar xist, xebatên xwe yên sala 2019‘an nirxand û plansaziya dema bê danî.

Meclisa Kantona Şehbayê civîna xwe ya salane lidar xist
Meclisa Kantona Şehbayê civîna xwe ya salane lidar xist
Meclisa Kantona Şehbayê civîna xwe ya salane lidar xist
Meclisa Kantona Şehbayê civîna xwe ya salane lidar xist
Meclisa Kantona Şehbayê civîna xwe ya salane lidar xist
Meclisa Kantona Şehbayê civîna xwe ya salane lidar xist
Meclisa Kantona Şehbayê civîna xwe ya salane lidar xist
Meclisa Kantona Şehbayê civîna xwe ya salane lidar xist
31 kanûn, 2019   15:53
ŞEHBA

Civîn li hola navenda Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bi beşdarbûna bi sedan endam û rêveberên meclis, komîn, rêveberiya kantona Şehbayê û nûnerên rêveberiya kantona Efrînê hate lidarxistin.

Hola civînê bi alên YPJ , YPG, QSD‘ê, wêneyên şehîdan û dirûşmeyên civînê hatibû xemilandin.

Axaftina destpêkê ya civînê ji aliyê endama dîwanê û hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Wefa Hisên ve hate kirin. Wefa bi xêrhatina beşdaran kir û wan vexwend ku deqeyeke rêz li ser giyanê şehîdan rawestin.

Piştre cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kanton Şehbayê Mehmûd Hacî Îs rapora rewşa meclisê û karên wê yên di nava sala 2019‘an de xwend.

Beşdaran der barê rewşa siyasî de pirsên xwe gotin. Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsf bersiva pirsan dan û destnîşan kir ku "Rewşa siysaî ya cîhanê û herêmî di pêvajoya herî aloz re derbas dibe. Sûriyê bi giştî û Rojava bi taybet bi van siyastan bi bandor dibin, ji ber gelek dewletên mezin bi awayekî yekser û ne yekser destwerdanê di aloziyê de dikin. Ev destwerdan alozî ji berê bêtir kurtir kir ji ber ku her hêzek li berjewendiyên xwe digerin û berjewendiyên gelê Sûriyê paşguh kirine."

Hediya Yûsif bal kişand ser êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got, "Tirkiyê ya ku beşek ji Sûriyê dagir kiriye vê care hewl dide destwerdanê di Lîbyayê de bike, armancên rasteqîn ên hikûmeta Erdgan êdî ji her kesî re eşkere ne ku dixwaze serdama Osmanî zindî bike. Gelek dewletên ereban û yên rojavayî jê wê ne razî ne, dê li hemberî palanên Erdogan bisekinin."

Di dawiya civînê de ji bo demên pêş plansazî hate danîn, ji wan:

Dewreyên perwerdeyê yên girtî û vegerî ji bo endamên meclis û komînan re werin vekirin, Komîteya Çand û Hunerê dest bi amadekirina fîlmekî bi navê "Mija Reş" amade dike, Komîteya Çand û Hunerê der barê çand û kevneşopiya herêmê semîneran organîze bike û pêngavên hişyarkirinê ji nexweşiyên laşmaniya û îltîhaba kezebê C werin zêdekirin.

ANHA