Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan daxwaza lêpirsîneke navneteweyî ji bo şandina çeteyan ji Lîbyayê re kir

Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan desteka serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji çeteyên ên Îxwan El-Muslimîn li Terablûsê re şermezar kir û daxwaz kir ku lêpirsîneke navneteweyî der barê şandina çeteyan de vebe.

Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan daxwaza lêpirsîneke navneteweyî ji bo şandina çeteyan ji Lîbyayê re kir
31 kanûn, 2019   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinê di daxuyaniyê de diyar kir ku kişandina Erdogan a çeteyên li Sûriyê û veguhestina wan li Lîbyayê, delîl e ku Tirkiye û serokê wê desteka çeteyan dikin û hevpeymanên Neteweyên Yekbûyî binpê dikin.

Her wiha di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Erdogan niyet dike çeteyên Sultan Mûrad ên Tirkmen bi awayekî lezgîn bişîne da ku desteka El-Sîrac di şerê li dijî artêşa Lîbyayê de bike.

Komên çete yên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê derî li pêşiya kesên ku dixwazin beşdarî çeteyên ku biçin Lîbyayê bibin, vedikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî di raporekê de diyar kir ku çekdarên Firqet El-Hemzat, Cebhet El-Şemiyê, Lîwa Mutesem û Lîwa El-Şamil berpirsyariya veguhastinê dikin.

Her wiha daxuyaniyê tekez kir ku Tirkiye meaşekî ku digihîje 2 hezar dolarên Amerîkî ji her çeteyekî ku biçe Lîbyayê re dide.

(jo)