Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamnameya xebata xwe ya 2019`an eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn encanameya xebata ya sala 2019`an eşkere kir û diyar kir ku ew ê li kêleka hemû pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên gel da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamnameya xebata xwe ya 2019`an eşkere kir
30 kanûn, 2019   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xbojK487Jgk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek ji raya giştî re da. Di daxuyaniyê de cejna Noelê li tevahî pêkhateyan pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe sala hezkirin û aştiyê.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de encamnameya xebatên xwe yên sala 2019`an eşkere kir.

Daxuyanî di civîneke çapemeniyê ya li Akademiya Şehîd Mihyedîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Rimêlanê ya kantona Qamişlo a herêma Cizîrê de hat xwendin.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen ve û bi zimanê kurdî ji aliyê rêveberekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn Menal Hec Elî ve hat xwendin.

Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha ye:

"Em bi hev re saleke nû pêşwazî dikin. Em hêvî dikin ku aramî û ewlehî li tevahî cîhanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bibe û koçber û penaber li warên xwe li tevahî Sûriyê vegerin. Em tekez dikin ku mayîna me xeteke parastinê ji destkefiyên şoreşê û gelê me re ye, destkefiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin ku xeta fedakariyê xêz kirin.

Di sala 2019`an de gelek pêvajo çêbûn. Bandora wan li ser hemû astên herêmê, navdewletî û cîhanê hebû, ji wan îlankirina têkbirina DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de di şerê dawîn li bajarokê Baxozê anku baregeha dawîn a DAIŞ`ê. Ev hemû bi saya şervanên QSD`ê û hemû hêz û meclisên leşkerî yên di bin sîwana QSD`ê de pêk hat. Bi vê yekê pêvajoya duyemîn a tunekirina bi temamî ya rêxistinê dest pê kir ku şopandina şaneyên veşartî yên hewl didin aramiyê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin, bû.

Em ê encamnameya kar û xebata hêzên xwe ya di vê salê de li gorî beş û branşên cuda, bi we re parve bikin:

BUROYA SÛCÊN BIRÊXISTINKIRÎ

Hêzên me yên Buroya Sûcên Birêxistinkirî 570 sûcên diziyê, 118 sûcên kuştinê, 525 sûcên girêdayî madeyên hişbirê; ji wan 219 belavkirin û 306 bikaranîna madeyên hişbirê, keşif kirin.

Her wiha 70 rewşên qaçaxtiya şûnwaran, 207 rewşên qaçaxtiya sotemeniyê, 131 rewşên qaçaxtiya madeyên qedexekirî û 380 rewşên qaçaxtiya mirovan ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re.

Di heman demê de, şopandina sûcên girêdayî rêzdariya giştî, ji wan 21 tecawiz û 53 fihûş.

Her wiha 40 sûcên fesadê di rêveberiyê de, 70 sûcên fen û fûtan, desteserkirina 76 çekên neruxsetkirî, 91 rewşên hewldanên kuştinê û 20 rewşên xwekuştinê hatin keşifkirin.

Di heman demê de, 265 rewşên sextekirina kaxezan, 78 rewşên sextekirina pereyan, 41 sûcên rêgirtinê û 26 rewşên revandinê, hatin girtin. 

TEVNA EWLEHIYA GIŞTÎ

120 şaneyên veşartî hatin girtin, 644 terorîst hatin girtin, beşa endeziyariyê di Tevna Ewlehiya Giştî de 135 mayîn, 10 motorsiklêtên bombebarkirî û 6 erebe bê bandor kirin. Erebe li van herêman hatin girtin:

Li Cizîrê 2 erebe û 8 motorsiklêtên bomebarkirî. Li Reqayê 1 erebe û li Dêrazorê 3 erebe û 2 motorsiklêtên bombebarkirî.

Li tevahî herêmê 358 teqînên cuda ji aliyê terorîstan ve hatin kirin. Di sala 2019`an de 80 operasyonên hevbeş bi Koalîsyonê  re li dijî şaneyên terorîstan pêk hatin.

EWLEHIYA BENDÊN KONTROLÊ

Der barê beşa ewlehiya bendên kontrolê de bi temamî 367 bend hene. Bendên kontrolê bi vî awayî ne: Herêma Cizîrê; 163 bend, herêma Dêrazorê; 71 bend, herêma Reqayê; 56 bend, herêma Firatê; 35 bend, Minbic; 18 bend. Di nav de 24 bendên nû yên kontrole; 13 li herêma Cizîrê, 4 bend li Dêrazorê, 4 bend li Reqayê û li Minbicê 3 bend. 

Hejmara nuqteyên kontrolê yên ewlehiya rêyan; 4 nuqte bi vî awayî ne; Gebeka, Til Koçer, Girê Berî û Çelebiyê.

Hejmara girtî û serbestberdanan li tevahî beşên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li tevahî herêman wiha ye;

Herêma Cizîrê; 11 hezar û 3 girtî û 10 hezar û 519 hatine berdan.

Herêma Reqayê; 10 hezar û 113 girtî û 8 hezar û 28 hatine berdan.

Herêma Firatê; hezar û 891 girtî û hezar û 752 hatine berdan.

Minbic; hezar û 448 girtî û hezar û 432 hatine berdan.

TÎMÊN AWARTE Û AMBULANSÊ

Rewşên lezgîn ên ku hatine pêşwazîkirin; 6 hezar û 653.

Yên lez hatine bersivdayîn; hezar û 641.

Rewşên şewatan 63 û yên teqînan 108.

Rewşên trafîkê yên ku bersiv hatine dayîn; 197.

TÎMA ENDEZYARIYA MAYÎNAN

8 hezar û 90 mayîn hatin bêbandorkirin, jê 42 ji zeviya mayînan in.

35 hezar 534 roketên cur bi cur hatin bêbandorkirin.

23 depoyên çêkirina mayînan ku endamên DAIŞ’ê bi kar dianîn, hatin dîtin.

34 erebeyên bombebarkirî ji stêr, erebe û motorsîklêtan, hatin bêbandorkirin.

GERÎNENDETIYA TRAFÎKÊ YA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Hejmara endamên polîsên trafîkê ji sedî 31 li Minbic, ji sedî 49 li herêma Dêrazorê, ji sedî 62 li Herêma Firatê, ji sedî 40 li herêma Reqayê û ji sedî 16 li herêma Cizîrê zêde bûn.

Li aliyekî din jî hejmara dibistanên fêrbûn û perwerdekirina ajotinê 7 dibistan in. 22 hezar û 578 kesên ji bo ruxsetên ajotinê beşa taybet pêşwaz kirin û 14 hezar û 861 kes ji bo ruxsetên ajotina beşa giştî pêşwaz kirin. Bi giştî 24 hezar û 485 kes bi ser ketin.

Gerînendetiya Trafîkê projeya belavkirina nîşaneyên trafîkê pêk anî. Da ku parastina ewlehiya şênî û trafîkê bike.

Nîşaneyên Trafîkê wiha hatin belavkirin; herêma Cizîrê 253, herêma Reqayê 165, herêma Firatê 890, li rêya navneteweyî jî 537 û li Minbic û gundewarên wê jî 434.

HAWARÎ

Di salekê de hêzên Hawarî, 309 şewat vemirandin; jê 156 şewat li herêma Firatê, 55 li Minbicê, 56 li herêma Cizîrê û 60 li herêma Reqayê.

Her wiha Hawarî, 3 hezar û 209 rewşên mirovî mudaxele lê kir, ji wan li Minbicê hezar û 229, li herêma Firatê 174, li herêma Cizîrê hezar û 652 û li herêma Reqayê 154.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sedî 15 tevgera derbasbûn û derketinê li herêma me zêde bûn.

HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN - JIN

Hejmara endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jin ji sedî 30 zêde bû, endameke jin gihaşt asta şehadetê, her wiha 3 beşên sereke vê salê hatin aktîfkirin (Hawarî li herêma Cizîrê – Komîteya Perwerdeyê ya Jinan û Ragihandina Jinan). Her wiha akademiyeke taybet a jinan bi navê Akademiya Şehîd Hêra hate vekirin, hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jin konferansa xwe ya salane li dar xist, di konferansê de sîstema hundirîn û dirûşma taybet bi wê danîn. Her wiha gelek girtîgeh sererast kirin, li herêma Cizîrê 4 girtîgeh taybet bi jinan ava kirin û 3 girtîgeh li herêma Reqayê ava kirin.

Her wiha 10 navendên nû hatin vekirin, 5 navend li herêma Dêrazorê, 3 navend li Minbicê û 2 navend li herêma Cizîrê.

Bîançoya kar û xebata Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin vê salê wiha ye:

9 sûcên madeyên hişbirê.

Qaçaxtiya madeyên qedexekirî, 2 çalakiyên qaçaxtiya şûnwaran û 18 çalakiyên gaçaxtiya mirovan.

17 rewşên kuştinê.

3 rewşên xwekujiyê.

4 rewşên hewldana kuştinê.

Rewşeke sextekirina kaxizên fermî û 5 sûcên sextekirina pereyan.

4 rewşên reva ji kampan, 93 rewşên reva nerewa, 27 sûcên dizînê, çalakiyeke dizînê, 14 sûcên neexlaqî, 32 sûcên xwefirotinê, 10 sûcên revandinê, sûcekî bi nav û nasnameya kesekî din tev geriya, 3 sûcên fesada rêveberiyê, 2 sûcên dizînê, 3 rewşên destdirêjiyê, 17 sûcên destdirêjî. Der barê sûcên ku hatine birbîrxistin, 513 jin hatin girtin.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin li kêleka gelê xwe ne û soza xwe bi şehîdên xwe re nû dikin, her wiha em di rêya wan de dimeşin û parastina destkeftiyên gel dikin.

Her wiha em bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû gelên xwe bi boneya cejna sersalê pîroz dikin."

(ekîp)

ANHA