Serokê opozîsyona Tirkiyê: Siyaseta Tirkiyê ya xwe dispêre rêxistina Îxwanan bi bin ket

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu got "Siyaseta Tirkiyê ya ku xwe dispêre rêxistina Îxwanan li Sûriyê bi bin ket” û piştrast kir ku siyaseta dewleta Tirk der barê Sûriyê û Lîbyayê de dê bi xwe re gelek ziraran bîne.

Serokê opozîsyona Tirkiyê: Siyaseta Tirkiyê ya xwe dispêre rêxistina Îxwanan bi bin ket
29 kanûn, 2019   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî redkirina navdewletî ya destwerdana leşkerî ya Tirkiyê ji Lîbyayê re ku Erdogan dest bi pêkanîna planên xwe kiribû, Kemal Kiliçdaroglu ku serokê mezintirîn partiya opozîsyona Tirkiyê CHP’ê ye, diyar kir ku siyaseta Erdogan û şandina leşkerî Tirkiyê ji Lîbyayê re qebûl nake.

Serok CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu bi tundî niyeta hikumetê ya şandina hêzên Tirkiyê bi erka leşkerî ya ji Lîbyayê re rexne kir û destnîşan kir ku partiya wî bi tundî biryarên der heqê xwînrijandina xwîna Tirkan li derveyî welat de, red dike.

Kiliçdaroglu di civîna li gel rojnamegeran li Enqereyê de wiha piştrast kir: "Siyaseta karên derve der barê kûrahî, dîrok û pisporiya Wezareta Karên Derve de ya ku xwe dispêre rêxistina Îxwanan ne zêde kûr e.”

Her wiha jî anî ziman ku siyaseta dewleta Tirk der barê Sûriyê û Lîbyayê de dê bi xwe re ji dewleta Tirk re gelek ziraran bîne. Girêdayî mijarê jî bang li hikumeta Tirkiyê kir ku dersan ji siyasetên çewt ji Sûriyê derxe û li Lîbyayê dubare neke û wiha domand: "Çi destkeftiyên Tirkiyê li Sûriyê hene? Gelo bi ser ket an bi bin ket? Heta kesayetên normal li kolanê dê ji te re bibêjin ku çawa çewt bû."

Torên çapemeniyên duh diyar kir ku çeteyên sûrî ji rêxistinên tundraw ên girêdayî Enqereyê gihaştin Terablusê da ku şer li gorî dewleta Tirk li hember wergirtina pereyan bikin.

(fr)