Plansaziya Şaredariya Gel a Minbicê di 2019`an de

Şaredariya Gel a Minbicê tevî projeyên di pêkanînê de  gelek projeyên xizmetguzariyê yên girîng di 2019`an de bi dawî kirine. Her wiha ji bo sala bê plansaziyek daniye.

Plansaziya Şaredariya Gel a Minbicê di 2019`an de
Plansaziya Şaredariya Gel a Minbicê di 2019`an de
Plansaziya Şaredariya Gel a Minbicê di 2019`an de
29 kanûn, 2019   08:55
MINBIC-SELWA EBDULREHMAN

Şaredariya Gel a Minbicê di sala ku ber bi dawiyê ve diçe gelek projeyên xizmetguzarî li bajêr pêk anîne. Di tevahiya aliyan de xizmeta şêniyên bajêr kirin.

Di vê raporê de em girîngtirîn projeyên şaredariyê û xebatên wê şîrove dikin.

Projeya Gerac taxa El-Hezwane ji girîngtirîn temam bûne tê hesibandin. Şaredariyê bi armanca ku qerebaliqa di nav bajêr de sivik bike. Tevî ku cihek ji geracê re di nav taxê de diiyar kir.

Taxa El-Hezwane berê ji aliyê xizmetguzariyê ve hatibû paşguhkirin ji ber ku ji navenda bajêr dûr e û şêniyên taxê di çûyîna bajêr de zehmetiyan dikşînin.

Şaredariyê li ser daxwaza şêniyan gerac di nav taxê de ava kir. Cihê geracê dûrî cihên qerebeliqê hate diyarkirin ji bo ku wesayîtên mezin mîna bolman bi rehetî derbasî geracê bibin û jê derkevin.

Tevî wê jî şaredariyê di meha Gulanê de dest bi sererastkirin û zirftkirina rêyan kir.

Li gorî hejmarên ku şaredariyên dane, derdora 48 hezar m3 ji rêyên di nav bajêr û gundewarê de ji rêya Helebê ya di navbera bajêr û gundewar de, heya bihêje rêya El-Xefsa û Minbicê li başûr, rêya Ewn Dadat li bakur û rêya Cizîrê zift kirine.

Girêdayî xebatên sererastkirin û dirêjkirina toreyên kanalîzasyonê şaredariyê got, wê 400 m ji toreyên kanalîzasyonê di nav bajêr û gundewar de dirêj kiriye.

Girêdayî paqijiyê bi dehan karkerên girêdayî şaredariyê rojane di dirêjahiya 24 saetan de bajêr paqij dikin. Her wiha şaredariyên toreyên ronîkirinê li hinek taxan sererast kir. Kehrebe ji hinek beşên taxa El-Sirb, Kolana El-Rabta û rêya Heleb şand.

Xebatên şaredariyê di wan waran de nema lê belê di beşên park û agirvemirandinê de xebatên girîng pêşkêş kiriye. Bi taybet beşa agirvemirandinê, ya ku rolek di vemirandina şewatan de lîstiye. Lewra Rêveberiya Sivîl a Minbicê karkarên vê beşê ji ber kedên wan xelat kirin.

Şaredariyê hewl da ragaran paqij bike bi taybet ên li ser rêya Cizîrê, taxa El-Hezwane, taxa El-Sirb, hinek taxên başûr û bakur. Ji ber ku barana ku bi giranî bariye bû sedama lehiyan.

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Minbicê û gundewarê wê Qasim Ebûd diyar kir ku projeyên di sala 2019`an de temam kirine, baş bûn.

Her wiha destnîşan kir ku di sala bê de wê girîngî bidin projeyên binesaziyê bi taybet toreya kanalîzasyonê. Ji ber ku toreyên bajêr kevin in û bi hewcedariya nûkirinê ne. Ji ber ku rêyên nû di nav bajêr û gundewar de vekirine û zift kirine.  

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi nave Ibrahîm El-Setaf got xebatên şaredariyê di sala 2019`an de ji salên derbasbûyî baştir bûn. Bi taybet di warê paqijkirina kolanan, ragaran û ronîkirina kolanan.

El-Setaf spasiya Şaredariya Gel ji ber kedên dane kir û şaredarî teşwîq kir ji bo ku projeyên pirtir pêk bîne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/V1iMgMzjdFQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>