Artêşa Tirk êrişî gundên Girê Spî û Şerayê dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Girê Spî û navçeya Şera ya Efrînê bi dijwarî topbaran dikin.

Artêşa Tirk êrişî gundên Girê Spî û Şerayê dikin
28 kanûn, 2019   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrişî gundên Bîrketik û Kopirlik ên girêdayî Girê Spî dikin.

Di heman demê de artêşa dagirker û çeteyên wê gundên Merenaz û El-Qamiyê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê bi obusan topbaran dikin.

ANHA