Nûrî Mehmûd: Me nasnama mirovahiyê parast

Berdevkê Giştî yê  YPG`ê Nûrî Mehmûd di merasima şehîd Sadiq Remedan (Cûdî Milîtan) de axivî û wiha got: “Ger cihek ji bo mirovatiyê , nasnameyê , çandê û exlaq berxwedanek dike ew cih jî Bakurê Sûriyê ye."

Nûrî Mehmûd: Me nasnama mirovahiyê parast
Nûrî Mehmûd: Me nasnama mirovahiyê parast
Nûrî Mehmûd: Me nasnama mirovahiyê parast
Nûrî Mehmûd: Me nasnama mirovahiyê parast
Nûrî Mehmûd: Me nasnama mirovahiyê parast
Nûrî Mehmûd: Me nasnama mirovahiyê parast
28 kanûn, 2019   15:33
QAMIŞLO

Îro li bajarê Qamişlo merasîma oxirkirinê ya şehîd Sadiq Remadan (Cûdî Milîtan)  ku di 25`ê Cotmehê de li Serêkaniyê şehîd bibû, hat lidarxistin. Heman demê de nasnameyên şehîd Kînan Xelîl (Delîla Ararat) û Mihemed Xalid (Baran Qamişlo) yê ku di 13`ê Cotmehê de li bajarê Girê Spî şehîd bibûn, hatin eşkerekirin. Merasim li  Goristana Ş.Delîl Saroxan hat lidarxistin û bi sedan şêniyên bajêr beşdarî merasimê bûn.

Di merasîmê de Berdevkê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê Nûrî Mehmûd axivî û got "îro tê diyarkirin ku hiqûqa cîhanê bi bin ketiye kesek xwedî lê dernakeve. Tevî îro li cihekî ku ji bo mirovatiyê, nasnameyê, çandê û exlaq berxwedanek heye ew cih Bakurê Sûriya yê ye"

Nûrî keda keç û xortên ku li çeperê şerin bi bîr xist û wiha got: “Raste berdelên me pir mezin in û buhane lê bê goman serkefitina me jî wê mezin be. Eger dunya hemû şerê me bike, ger em ser heqyê bin em ê li ber xwe bidin. Eger ku hêza dunyayê hemû di destê me de be em zirar nadin moriyekê jî. Em soz didin ku rêya şehîdan bişopînin.”

Piştre apê Ş. Delîl Ararat Esad Xelîl û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Diljîn Hisên axivîn û soza şopandina rêya şehîdan dan

Bi tilîliyan û siloganan cenazeyê şehîd Cûdî spartin axê. 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/otuZK4Ih96Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>