Pêwîstiya beşa çav a Nexweşxaneya Dil û Çav bi bijîşkên pispor heye

Berpirsên Nexweşxaneya Dil û Çav a bajarê Qamişlo piştî amadekirina nexweşxaneyê, hewl didin dermankirinê ji tevahiya şêniyên herêmê re pêşkêş bikin. Lê beşa çav a nexweşxaneyê pêwîstî bi bijîşkên pispor e.

28 kanûn, 2019   07:38
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê di 21`ê Çileyê Nexweşxaneya Dil û Çav li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir. Ji bo ku xebatên tenduristiyê ji şêniyên herêmê re pêşkêş bike. Avahiya nexweşxaneyê ji 3 qatan pêk tê. Ya yekemîn a rêveberiya nexweşxaneyê, pêşwazî, arşîv, dîwan, hesabdarî, taqîgeh, dermanxane, odeya teweriya çînî( tebeqî mihwerî) û beşa destwerdana lezgîn. Qata duyemîn a dermankirina nexweşiyên dil e. Ya sêyemîn jî ya dermankirina nexweşiyên çav e.

Nexweşxane bi amûrên nû hatiye amadekirin. Nexweş li beramberî mizaxtinên sembolîk têne dermankirin. Ev mizaxtin ji nexweşxaneyên din kêm e û digihêje rêjeya ji sedî 50.

3 HEZAR Û 500 NIŞTERGERIYÊN DIL

Bijîşk û pisporê nexweşiyên dil û qesetere Dr.Kazman Îsa got: "Nexweşxane di dirêjahiya 24 saetan de xebatên tenduristiyên ji nexweşan re pêşkêş dike. Ji bilî haletên destwerdana lezgîn rojane 5 niştergerî di beşa dil de têne kirin, mîna qestere û çandina şebekiyê."

Îsa destnîşan kir ku di beşa dil de ya nexweşxaneyê 6 bijîşk hebe. Îsa got: “Ev hejmar têrê dike tevahiya nexweşiyên dil pêşwazî bikin û niştergeriyan çêkin. Ji dema vekirina nexweşxaneyê û heta niha 3 hezar û 500 niştergeriyên dil mîna qestere û firehkirina şebekiyê hatine çêkirin.

Derbarê astengiyên ku rastî wan tên Îsa got ew zehmetiyan di peydakirina tevahiya pêdiviyên ku ji her navendek qestere re pêwîst in dibînin û got: "Ev zehmetî ji ber dorpêça ku li herêmê ferz bûye."

Şêniyê bi navê Butrus Korkîs Meleke ji taxa Wista(Navîn) a bajarê Qamişloyê got: “Niştergeriya dilî li Nexweşxaneya Dil û Çav a Qamişlo derbas kiriye. Girêdayî wê dibêje: "Nexweşxane alîkariyan bi bihayên sembolîk ji nexweşan re pêşkêş dike. Melek pesna rêveberiya nexweşxaneyê ji ber xebatên tenduristiyê yên ku pêşkêş dikin da."

Mudirê nexweşxaneyê Înan Xelîl got: “Di beşa dil de pisporên girîng hene. Lê hejmara bijîşkan di beşa çav de têra hewcedariyê nake. Tenê du bijîşk di vê beşê de hene. Beşa çav bi amûrên nû hatiye amadekirin, mîna amûrê îkzîmir a lêzerî (ev amûr di dermankirina kêmsiyên şikestî yên çav de ya herî pêşketî ye)”

Înan Xelîl got, di vî beşî de 24 niştergerî hatine kirin.

Di dawiyê de Xelîl bang li tevahiya bijîşkên çav ên herêma Cizîrê kir ku di nexweşxaneyê de kar bikin ji bo ku xebatên tenduristiyê yên vî beşî ji şêniyan re pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SbnaSF5hyGs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>