Îsraîl gefan dixwe: Divê koka Îranê li Sûriyê bê hilkirin

Serokerkanê artêşa Îsraîlê Aviv Kochavi got Îsraîl nahêle Îran ji aliyê leşkerî ve xwe li Sûriyê û heta li Iraqê jî bi cih bike û her wiha gefên hilkirina koka hêza Îranê ji Sûriyê xwar.

Îsraîl gefan dixwe: Divê koka Îranê li Sûriyê bê hilkirin
25 kanûn, 2019   10:43
NAVENA NÛÇEYAN

Aviv Kochavi da zanîn ku divê koka bihêzbûna Îranê ji Sûriyê bê hilkirin û nahêlin Îran bi leşkerî xwe li Sûriyê û heta Iraqê jî, bi cih bike.

Li Iraqê derbeyên çavkaniya wan ne diyar, li ser nuqteyên girêdayî Heşd El-Şeibî û hêzên girêdayî Îranê çêbûn. Di vî warî de raporan diyar kir ku derbe yên Îsraîlê ne.

Aviv Kochavi di daxuyaniyên xwe yên îro de anî ziman ku dema ku şerê navxweyî li Iraqê rû dide ku êdî bûye herêmeke bêdesthilat û Feyleq El-Quds li wir çalak dibe ku çekên pêşketî vediguhêze wir, ne pêkan e ev mijar bêyî çareserkirinê bimîne.

Di demeke berê de derbeyên Îsraîlê li dijî Sûriyê zêde bûn û Aviv Kochavi got ew derbe hêzên girêdayî Îranê hedef digire. Ew derbe jî bi taybet piştî civînên Îsraîl û Rûsyayê pêk hatin.

Serokerkanê artêşa Îsraîlê gumana li hember Îranê bi dûr nexist û wiha pê de çû: "Şerê pêş bi Lubnan an jî bi Hemasê re, dê eniya hundirîn a Îsraîlê bi roketan bê hedefgirtin ku piraniya wan jî dê hedefan negirin, lê belê dê bandorê lê bikin."

Îsraîlê beriya demekê gef li Îranê xwar ku dê Sûriyê vegerîne Vîetnamê. Îranê jî bersiva vê yekê wiha da: "Dê Îsraîl li ser sûcên xwe yên li Sûriyê poşman bibe."

(fr)