Xiristiyanên li Til Temirê Noel pîroz kir

Pêkhateyên Aşûrî, Suryan û Ermen ên Til Temirê li Dêra Meryem El-Ezra li gorî rê û resmên ola xwe rojbûna Îsa Mesîh anku cejna Noelê pîroz kir.

Xiristiyanên li Til Temirê Noel pîroz kir
Xiristiyanên li Til Temirê Noel pîroz kir
Xiristiyanên li Til Temirê Noel pîroz kir
Xiristiyanên li Til Temirê Noel pîroz kir
Xiristiyanên li Til Temirê Noel pîroz kir
Xiristiyanên li Til Temirê Noel pîroz kir
Xiristiyanên li Til Temirê Noel pîroz kir
Xiristiyanên li Til Temirê Noel pîroz kir
Xiristiyanên li Til Temirê Noel pîroz kir
25 kanûn, 2019   10:24
HESEKÊ

Bi sedan xiristiyanên navçeya Til Temirê ruxmî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi boneya rojbûna Îsa Mesîh û cejna sersala nû li Dêra Meryem El-Ezra kom bûn û cejna xwe pîroz kir. Ewlehiya dêrê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Natoro û Satoro vê hat girtin. Di cejnê de dua hatin xwendin, paşê jî Koma Koral qewlên olî gotin. 

Şêniyên navçeya Til Temirê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên Rêveberiya Xweser jî serdana dêrê kir û cejna pêkhateyên xiristiyan pîroz kir.  

Têkildarî cejnê Edîba Bagdo hêviyên xwe ji bo cejnê diyar kirin ku ev cejn ji bo tevahî gelên Sûriyê aramiyê bîne û got: “Ji bo hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Aşûrî salake bi xêr bê û aştî lê serwer bibe. Koçberên ku neçarî koçberiyê hatin kirin, em bi hêvî ne ku di vê sala nû de vegerin warê xwe. ”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1EwwRVDLzcI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>