Çete ji derdora rêya M5 vekişîn û nuqteyên Tirkiyê têk diçin... Gelo girêbest pêk hatiye?

Torên çapemeniyê ragihand ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ji derdora rêya navdewletî ya ku di Meiret Nûman re derbas dibe, piştî civînên ku li Moskovê li dar ketine, vekişîn. Bi wê re jî pirs der barê girêbesteke nû de xwe didin der.

Çete ji derdora rêya M5 vekişîn û nuqteyên Tirkiyê têk diçin... Gelo girêbest pêk hatiye?
25 kanûn, 2019   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku balafirên Rûsyayê û yên rejîmê di hedefgirtina rêya navdewletî ya Şam-Helebê (M5) û deverên dîtir li bejahiyên Meiret Nûman de, di nava bombebarana dualî li herêmê de di navbera hêzên rejîmê ji aliyekî ve û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de ji aliyekî dîtir ve, berdewam e.

Girêdayî mijarê, navendê ragihand ku komên çete di saetên borî de ji herêmên Keferbasîn, Bablîn, Sehyan û Meiret Hetat ên li ser rêya navdewletî ya Heleb-Şamê, vekişîn. Ew jî bêyî ku tu agahî li ser pêşdeçûn û serweriya hêzên rejîmê li ser wan herêman, piştî ku komên çete vala kirin, bi dest kevin.

Bi vê pêşdeçûna rejîmê re, nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê li bajarokê Meiret Hetat, dibe nuqteya sêyemîn ku dê bikeve bin serweriya hêzên rejîmê, piştî nuqteyên Serman li bejahiya rojhilatê Idlib û Morikê li bejahiya bakurê Hemayê.

Ev pêşketin li Idlibê, piştî civînên ku di navbera Moskov di 2 rojên borî de di navbera Rûsya, Tirkiyê û rejîma Sûriyê de li dar ketine, pêk hat.

Bi wan civînan re, aramiyeke baldar li Idlibê piştî bombebarana dijwar ji Rûsya û hêzên rejîmê û îşaretkriina Rûsyayê bi şerê mezin li Idlibê, pêk hat. Komên çete jî ji derdora rêya navneteweyî M5 vekişîn.

Pisporê rûsî duh diyar kir ku êrişên dawîn li ser Idlibê bi encama peymana veşartî di navbera qaşo garantorên Astanayê de, pêk hatin. Lê dewleta Tirk hewl dide mercên xwe bi rêya radestkirina rêya navdewletî ji rejîmê re û mayîna hêzên Tirkiyê û çeteyên wê li bakurê rê, baş bike.

Ev pêşdeçûn, pirsên der barê girêbesta ku di navbera Rûsya, Tirkiyê û rejîmê de pêk hatiye piştî nakokiyên li ser dosyeya Sûriyê û rewşa Lîbyayê de, dikin.

Têkiliyên Rûsya û Tirkiyê rastî nakokî û şerê daxuyaniyan der heqê rewşa Idlibê de hatin. Her wiha jî dewleta Tirk pêkanîna peymana Astana û helandina çeteyên Cebhet El-Nusra û ji wê zêdetir jî nakokiya der barê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dereng xist.

Merheleyên aloziya Sûriyê bûn şahidên pêkanîna girêbestên di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser hesabê gelê Sûriyê piştî her nakokiyek di navbera wan de.

(fr)