Li Bûrkîna Fasoyê êriş: 35 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Li Bûrkîna Fasoyê li dijî baregeheke leşkerî êrişek pêk hat û tê de 35 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Serokwezîrê welêt du rojan şîn ragihand.

Li Bûrkîna Fasoyê êriş: 35 sivîlan jiyana xwe ji dest da
25 kanûn, 2019   08:55
 NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Bûrkîna Fasoyê ya rojhilatê Afrîkayê, di daxuyaniyekê de ragihand komeke mezin a terorîstan êrişî baregeheke leşkerî û sivîlan li bajarê Arpenda kir û di encama êrişê de 35 sivîlan ku piraniya wan jin in, hatin kuştin.

Serokkomarê Bûrkîna Fasoyê  Roch Marc Christian Kabore şîna neteweyî heta 48 seatan ragihand.

Her wiha artêşê diyar kir ku 7 leşker û 80 terorîst di êrişê de hatine kuştin û êriş ji aliyê bi dehan terorîstên li ser motorsîklêtan ve pêk hat û çend seatan dewam kir.

Heta niha tu aliyan berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

(jo)