Hejmara koçberên Kampa Waşokanî gihaşt 5 hezar û 700’an

Koçberên li Kampa Waşokanî roj bi roj zêde dibin, 5 hezar û 700 koçber gihaştin kampê. Rewşa koçberên li kampê  veguheriye trajediyê.

Hejmara koçberên Kampa Waşokanî gihaşt 5 hezar û 700’an
25 kanûn, 2019   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêma Serêkaniyê û gundewarên wê de, bi hezaran malbat ji herêmên xwe koçber bûn, bi sedan jiyana xwe ji dest da, Rêveberiya Xweser zêdetirî 64 navend ji bo bicihkirina koçberan amade kirin, her wiha Kampa Waşokanî ya 12 km rojavayê bajarê Hesekê ava kir.

Rojane gelek malbat berê xwe didin kampê, hejmara koçberên li kampê gihaşt 5 hezar koçberan.

Di 2 rojên çûyî de beşeke nû gihaştin kampê, bi wê yekê re hejmara koçberên li kampê gihaşt 5 hezar û 700’an ji herêmên cuda ku şer lê rû didin.

Endamê rêveberiyê li Kampa Waşokanî Hesen Ehmed Yûsif da zanîn ku hejmara koçberan rojane zêde dibe, koçber di rewşeke nebaş de dijîn, bi taybet bi hatina zivistanê û paşguhkirina rêxistinên navneteweyî.

Tevî jiyana trajîk û rewşa zehmet, rêxistinên navneteweyî û alîkariyê di pêşkêşkirina alîkariyên mirovî de paşguh dikin, bi wê yekê barê kampan tenê li ser pişta Rêveberiya Xweser û rêxistina Heyva Sor a Kurd e.

(jo)

ANHA