ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-12-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-12-2019
24 kanûn, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê oxir dikin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya navçeya Til Temir û gundewarê wê têkildarî geşedanên dawî û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên civîneke berfireh li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan li dar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Sûriyê ya Pêşerojê têkildarî "Koçberkirina bi darê zorê" panelekê li buroya xwe ya bajarê Kobanê li dar dixe, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ermenên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî koçberbûne gotin: “Kiryarên dewleta Tirk berdewamiya qirkirinên ku împaratoriya Osmanî di sala 1914-1915`an li ser Ermeniyan pêk anîne ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê bang kirin ku çeteyên Artêşa Watanî ya Sûrî têkin lîsteyên terorê ya navneteweyî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Heyva Sor a Kurd bi hemû hêz û derfetên alîkariya koçberên ji ber êrişên artêşa Tirk ji malên xwe derketine dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Depoyên Xifyet Salim ên bi navên depoyên Qezelî têne naskirin bi êrişên artêşa Tirk re rû bi rû dimînin, di encamê de hatine wêrankirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê kantona Girê Spî ya dagirkirî Hemîd El-Ebid got: “Di encama êrişa Tirkiyê de 60 hezar sivîl ji kantonê koçber bûn. Em bang li Rûsyayê dikin ku sozên xwe bîne cih. Êrişên Tirkiyê rawestîne û vegera koçberan a ewle dabîn bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê eşîra Ebû Xemîs ê li Reqayê Hesen Mihemed El-Raşid,  tewanbariyên rejîma Sûriyê û Koolîsyona Sûriyê wekî qetilkirina vîna gelê Sûriyê dibîne û got: “Ji mafê gelên Sûriyê ye ku çarenûsa xwe diyar bikin û dawî li aloziya Sûriyê bîbin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar Şikrî Hemo got: "Nêrîna şaş a hin partiyên siyasî sedema ne lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê ye. Divê tevahî partî berjewendiyên kesayetî û partiyetî yên teng bidin aliyekî û lêvegereke Kurdî ava bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA