Erebistana Siûdiyê zewaca di bin temenê 18 salî re qedexe kir

Wezareta Adaletê ya Erebistana Siûdiyê li hemû dadgehan pêkanîna peymanên zewaca di bin temenê 18 salî re qedexe kir.

Erebistana Siûdiyê zewaca di bin temenê 18 salî re qedexe kir
23 kanûn, 2019   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnameya Asharq Al-Awsat, Wezaretê Adaletê ya Erebistana Siûdiyê bi biryarnameyekê bang li tevahî dadgeh û aliyên têkildarî zewacê  kirine ku "Peymanên zewacê ji bo kesên temenê wan di biniya 18 re be çênekin û li gorî biryarên madeya 16-3 tev bigerin."

Di biryarnameyê de tê gotin ku kesên li vê biryarê pêk neynin dê radestî aliyên peywendîdar bibin.

 (eh)