Hilbijartina wezîr ji bo serokatiya hikumetê, aloziya li Iraqê bilind dike

Dîsa xwepêşandan li kolanên Iraqê, piştî hilbijartina wezîrê perwerdeyê yê berê ji bo serokatiya hikumetê bilind bûn. Her wiha xwepêşandêran rê û pir li gelek parêzgehan girtin.

Hilbijartina wezîr ji bo serokatiya hikumetê, aloziya li Iraqê bilind dike
23 kanûn, 2019   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro kanala Someriyê ragihand ku xwepêşandêrên ku bi hêrs bûne, pir û rêyên sereke yên li bajarê Nasiriyê yê navenda parêzgeha Zîqar girtin.

Çavkaniyên ewlehiyê jî got gelek pir û rê li pêş tevgera çûn û hatinê li parêzgehên Zîqar û Wasêt hatine girtin.

Xwepêşandêrên li parêzgeha Necef şeva berê bi daxuyaniyekê ragihand ku hilbijartina Qusey El-Suhêl wek wezîrê bilind ê perwerdeyê red dikin. Her wiha ragihand, heke bi bijarteya namzetê partiyê ya serokatiya hikumetê pêk anîn, bi israr in ku derbasbûna parlamenteran a ji parêzgehê re, qedexe bikin. Xwepêşandêran anî ziman ku heke tiştên li dijî daxwazên xwepêşandêran pêk anîn, dê parlamenter bibin dijminên şêniyên parêzgehê.

Xwepêşandêrên li Qada Tehrîr a li naverasta Bexdayê, daxwaz û pêgirtina xwe ya redkirina her namzetek partiyê ji serokatiya hikumetê re ragihand. Di daxuyaniya duh de piştrast kir ku gel bloka mezintirîn e.

Wezîrê perwerdeya bilind û lêkolîna zanistî Qusey El-Suhêl şeva berê piştrast kir ku nivîsa hilbijartiya serokatiya hikumetê ji serokatiya komarê re şand. Li gel ajansa El-Enbaa ya Iraqê wiha daxuyand: "Tehaluf El-Bena (Koalîsyona Avaker) nivîsa wî ya hilbijartina ji serokatiya hikumetê re ji serokkomar Behrem Salih re şand."

Şeva yekşemê rayedarekî Iraqê bi bîr xist ku serokkomar Behrem Salih daxuyand ku heke fişar li ser erkdarkirina bernamzetiyê ku iraqî li ser li hev nakin, dê îstîfa bike.

Xwepêşandêran di dawiya meha Mijdarê de îstîfakirina hikumeta Adil Abdulmehdî pêşwaz kir û îro bi hilweşîna rayedarên dîtir û nehilbijartina kesayetekî partî ji serokatiya hikumetê re, daxwaz dikin.

(fr)