Dewriyeya Rûsya û artêşa Tirk li Dirbêsiyê derket

​​​​​​​Beriya niha bi çend kêliyan dewriyeyeke Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker li gundewarên rojavayê Dirbêsiyê derket. Dewriyeyê ji gundê Şîrik ê 13 km li rojavayê navçeyê dest pê kir.

Dewriyeya Rûsya û artêşa Tirk li Dirbêsiyê derket
Dewriyeya Rûsya û artêşa Tirk li Dirbêsiyê derket
Dewriyeya Rûsya û artêşa Tirk li Dirbêsiyê derket
23 kanûn, 2019   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeya Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker ji gundê Şîrik ê rojavayê Dirbêsiyê yê li ser sînor dest pê kir û ber bi gundên din ên li ser sînor ve çû. Dewriye dê derbasî gundê Kerkend, Hacoglî û Qeyrewan bibe. Her wiha helîkopterên Rûsyayê tevî dewriyeyê li seranserê sînorê rojavayê navçeyê digerin.

Artêşa Tirk a dagirker duh li gundê Xerezê yê di navbera navçeya Amûdê û Dirbêsiyê de beşek ji dîwarê li ser sînor rakir da ku îro dewriyeya Rûsya-Tirkiyê derkeve.

Tê payîn ku dewriyeya hevbeş gera xwe li gundewarên rojavayê navçeya Dirbêsiyê ber bi aliyê rojava yê di navbera navçeya Dirbêsiyê û navçeya Amûdê ve bi dawî bike.

(bx)

ANHA