Azar û berxwedana gelê xwe bi rêya stranan vedibêje

Hunermend Kawa Bozo azarên xwe yên di dema hatibû revandin, di  girtîgehên çeteyên Mertal Firatê de û şerên li dijî dagirkeriya Tirk de kişandî, kir gotinên stranên xwe.

Azar û berxwedana gelê xwe bi rêya stranan vedibêje
22 kanûn, 2019   07:38
KOBANÊ

Hunermend Kawa Bozo bi stranên xwe yên bi şêwaza Rapê yên ritmên bilez tê nasîn. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker wî li deriyê sînor di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bi tewane kurd e, direvînin û 7 mehan di girtîgehên wan de li bakurê Sûriyê dimîne.  

JI BER KU KURD BÛ GIRTIN

Deriyên sînor ên di navbera her du dewletan de li pêşiya Kawa girtîbûn tenê deriya sînor a bajarokê Ezazê ya di bin kontrola çeteyên Mertala Firatê de vekiribû. Dema ji Tirkiyê vedigerî Sûriyê ji hêla çeteyan ve tê girtin û wî dibin girtîgehên bajarokê.

Tewan ew bû ku Kawa Kurd bû. Ji ber wê di havîna 2017`an de bi awayekî hovane tê îşkencekirin. Piştî ku malbatê pereyên fîdyayê dide, çeteyan Kawa serbest berdidin.

TEV LI NAV REFÊN QSD`Ê DIBE Û CIHÊ XWE DI BERXWEDANA RÛMETÊ DE DIGIRE

Piştî ku Kawa vedigere mal, di bihara 2018`an de tev li nav refên QSD`ê li Kobanê dibe. Kawa Bozo tevî bi hezaran hevalên xwe li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî tev li Berxwedana Rûmetê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê dibe ji bo ku axa bakurê Sûriyê biparêze.

GELEK STRAN LI SER BERXWEDANA EFRÎNÊ, ŞOREŞA ROJAVA Û BERXWEDANA RÛMETÊ DERXISTIN

Di dirêjahiya 5 salan de Kawa gelek stran bi şêwaza Rapê destxistin. Jê yên herî girîn "Ez ciwanek kurd im" li ser berxwedana dîrokî ya Efrînê, strana "Ey xweda" li ser Şoreşa Rojava û strana dawîn "Tolhildan" girêdyî komkujiyên artêşa Tirk a dagirke û çeteyên wê li Serêkaniyê û Girê Spî.

Derbarê mijarê Kawa Bozo ji ajansa me re axivî û got: "Em rastî gelek bûyerên trajedîk hatin. Ji îşkencekirin, talankirin û revandin. Diviyabû ez wan çîrokan bi rêya stranên xwe vebêjim. Di stranên xwe de ez li ser tolhildanê ji bo gelê Sûriyê û vegera warên dagirkirî armanca me ye teqez dikim."

Kawa îşaret pê kir ku ew bi rêya hunera xwe wêneya hov a ku li dijî kurdan di wan girtîgehan de ragihîne cîhana derve. Kawa dihesibîne ku strana bi şêwaza Rap di vê serdemê de ji giyana ciwanan nêzîk e.

Kawa bi hezkirin û hewesek mezin û ruxmî derfetên zaîf, hunera xwe didomîne. Li cem Kawa amûr an jî karînên pêwîst tune ne ji bo ku stranek rapê çêke, lê bi israra xwe tevahiya astengiyan derbas dike.

(şx)

ANHA