Artêşa Lîbyayê keştiya ku tîma tirkî bi rê ve dibir, girt

Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got duh hêzên wan keştiya ku ala Grenadayê li ser bû û tîma tirkî bi rê ve dibir, li peravên Lîbyayê girt û ber bi perava Reîs El-Hîlal ve bir da ku keşf û lêpirsînê bike.

Artêşa Lîbyayê keştiya ku tîma tirkî bi rê ve dibir, girt
22 kanûn, 2019   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê bi berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî re têkildarî mijarê hevpeyvînek çêkir û El-Mîsmarî got Hêzên Deryayî yên Lîbyayê keştî li ava herêmî ya Lîbyayê li hember bajarê Derne, rawestand. El-Mismarî tu hûrgiliyên dîtir der barê keştiya Tirkiyê de eşkere nekirin.

El-Mismarî di destpêka meha borî de piştrast kiribû ku şerê wan êdî li dijî berjewendiyên dewleta Tirk li xaka Lîbyayê ye û wiha bal kişand ser: "Şerê artêşa Lîbyayê bi armanca nehiştina DAIŞ û El-Qaîdeyê ya bicihkirineke ewle li ser xaka Lîbyayê ye."

Ajansa me jî di wî warî de berê gelek belge û dosyayên girêdayî piştevaniya Tirkiyê ji çeteyên DAIŞ û El-Qaîdeyê re li Lîbyayê, belav kirin.  Her wiha jî hêzên artêşa nîştimanî ya Lîbyayê gelek keştiyên Tirkiyê yên bi çekan barkirî li peravên Lîbyayê bi hedefa vekirina rê li pêş planên xwe li dewletên perav û dagirkirina wê, girtin.

(fr)