Li Hesekê"Mala Cîhana Zarokan" hat vekirin

Desteya Jinan a Herêma Cizîrê bi armanca fêrkirina zarokan û beşdarbûna wan li nava civakê  bexçe û dayîngeha zarokan a bi navê "Cîhana zarokan", li bajarê Hesekê, vekir.

Li Hesekê"Mala Cîhana Zarokan" hat vekirin
Li Hesekê"Mala Cîhana Zarokan" hat vekirin
Li Hesekê"Mala Cîhana Zarokan" hat vekirin
Li Hesekê"Mala Cîhana Zarokan" hat vekirin
Li Hesekê"Mala Cîhana Zarokan" hat vekirin
Li Hesekê"Mala Cîhana Zarokan" hat vekirin
21 kanûn, 2019   12:24
HESEKÊ

Desteya Jinan a Herêma Cizîrê îro li navçeya Xerbî (Rojava) ya bajarê Hesekê baxçe û dayîngeha zarokan bi beşdariya bi dehan ji şêniyên Hesekê û endamên komîteya perwerdê, vekir.

Di baxçeyê de du beş hene. Beşa dayîngeh û beşa baxçeya zarokan heye.

Çavdêra li ser baxçeyê Narîn Mihemed ragihand ku ew pêşwaziya zarokên di navbera 3 heta 5 saliyê dikin. Lê zarokên dayîngehê temenê wan di navber du meh heta 2 salan, pêşwaz dikin.

Narîn bal kişand ser ku armanc ji vekirina baxçeyê lîskandina zarok, perwerdekirin û tevlêkirina nava civakê ye.

Baxçe"Mala Cîhana Zarokan" pêşwaziya tevahî zarokên ji pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan dike û 5 mamoste li ser çavdêr in.

Di merasîma vekirinê de, dayika şehîd Vîn Hesekê(Şêxe Mecîs Hesen) ku di hemleya Çiyayê Kezwan de şehîd bûbû, deriyê baxçeyê vekir. Piştre zarok û beşdarên merasîmê li nava baxçeyê gerîn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xe9gas3AKrk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>