Bosnayê 7 çeteyên li kampên Sûriyê tevî malbatên wan wergirtin

​​​​​​​Wezareta Ewlekariyê ya Bosna-Hersekê 7 çeteyên cîhadî yên tundraw ên ji Bosna-Hersekê ku hatibûn Sûriyê û şer kiribûn, tevî malbatên wan wergirtin.

Bosnayê 7 çeteyên li kampên Sûriyê tevî malbatên wan wergirtin
20 kanûn, 2019   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Wezareta Ewlekariyê ya Bosna-Hersekê, tevî 7 çeteyên ku jê guman hene tev li 'rêxistinên terorîst' bûne, 25 kes duh anîn welatê wan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tevî 12 zarok û 6 jinan çete anîn paytext Saraybosnayê û hate gotin ku ev kes ji kampên li Sûriyeyê hatine anîn.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, her wiha 7 kesên bi tevlêbûna li nava rêxistinên çete yên li Sûriye û Iraqê tên sûcdarkirin, sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Tê texmînkirin ku hejmara kesên di navbera salên 2012 û 2016'an de ji Bosna-Herkesê ji bo tev li DAIŞ'ê û rêxistinên din ên çete bibin çûn Sûriye û Iraqê, derdora 300 kesî ye. Nîvê wan jî mêrên bi temen in û derdora 80 kes jî zarok in.

Li gorî texmînan 100 ji kesên tev li DAIŞ'ê bûn, hatin kuştin û nêzî 50 jî vegeriyan Bosna-Hersekê. Heta niha li 24 mêran bi hinceta ku tev li rêxistinên çete bûn, salek heta 4 salan ceza hatiye birîn. Lê belê çavdêr dibêjin ku cezayê li van kesên tev li rêxistina çete bûne û sûcên li dijî mirovahiyê kirine tên birîn, sivik in.