Cenazeyê şehîd Ebdulezîz Mehmûd li Reqayê hate veşartin

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD‘ê şehîd Moro Reqa li Goristana Şehîdan a Reqayê spartin axê.

Cenazeyê şehîd Ebdulezîz Mehmûd li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ebdulezîz Mehmûd li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ebdulezîz Mehmûd li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ebdulezîz Mehmûd li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ebdulezîz Mehmûd li Reqayê hate veşartin
19 kanûn, 2019   15:03
REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqa û endamên saziyên sivîl û leşkerî cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk Ebdulezîz Mehmûd (Moro Reqa) li Goristana Şehîdan a gundê Hikumiye li bakurê Reqayê spartin axê.

Merasîm li goristanê bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Sûriya Demokarîk ve destpê kir. Piştre bi navên Rêveberiya Jin a Reqayê endama rêveber Zelîxe Ebdî û Meclisa Leşkerî ya Reqayê fermandar Xelef Reqa axaftin hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û fedekariyên şehîdan bibîr xistin.

Axaftvanan bang li tevahiya rêxistinên mirovî, civakên navneteweyî û hikumeta Sûriyê kirin ku êrişa Tirkiyê ya hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biseknînin û nahêlibin tu dagirkerî derbasî axa Sûriyê bibe.

Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdên azadiyê û fedekariya ji bo rizgarkirina vê axê û jiyana bi rûmet dan.

Piştî bidawîbûna axaftinan, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Mihemed wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Paşê hevalên şehîd cenazeyê hevalê xwe li Goristana Şehîdan a gundê Hikumiye di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîd re spartin axê.

(şx)

ANHA