Emîna Umer: Gel projeya Rêveberiya Xweser diparêze

Hevseroka MSD‘ê Emîna Umer got: "Tevî hemû zehmetiyên pêvajoyê gelê herêmê bi berxwedana xwe dikarî projeya Rêveberiya Xweser biparêze, ev encama yekîtî û piştgiriya gel e."

Emîna Umer: Gel projeya Rêveberiya Xweser diparêze
Emîna Umer: Gel projeya Rêveberiya Xweser diparêze
Emîna Umer: Gel projeya Rêveberiya Xweser diparêze
Emîna Umer: Gel projeya Rêveberiya Xweser diparêze
Emîna Umer: Gel projeya Rêveberiya Xweser diparêze
19 kanûn, 2019   14:46
HESEKÊ

Bi tevlêbûna bi sedan ciwanên kantona Hesekê Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk ji bo nirxandina rewşa siyasî civîneke berfireh li Xwaringeha Nuxba ya li bajarê Hesekê li dar xist. Hevseroka Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Emîna Umer û cîgirê Hevserokatiya MSD‘ê Gabriyêl Şamûn di civînê de amade bûn.

Di civînê hevseroka MSD‘ê Emîna Umer axivî, bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Dewleta Tirk bi hemû cûre çekên giran êrişî gelê me kir. Bi hedefkirina gund, bajar û jîngehên sivîlan destpê kir. Ev hemû ji bo tirsandina şêniyan û koçberkirina wan e. Di encamê de bi sedan sivîl şehîd bûn û bi sed hezaran koçber bûn."

Emîna Umer bi bîr xist ku dewletên cîhanê û aliyên têkildarî aloziyan çavê ji binpêkirinên Tirkiyê digire ku dibe bibe sedema kareseteke mirov heger dagirkeriya Tirk tevahî planên xwe yên guhertina demografîk pêk bîne û şêniyên resen koçber bike.

Hevseroka MSD‘ê bal kişand ku rexmî hemû zehmetiyên ku herêm tê re derbas dibe gel dikarî projeya Rêveberiya Xweser biparêze, ev encamên yekîtî, piştgirî û berxwedanê ye.

Emîna Umer destnîşan kir ku ew amade ne bi rejîma Sûriyê re rûnên û wiha domand: "Du daxwazên me yên sereke hene destûra bingehîn divê Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk nas bike. QSD‘ê hêzeke niştimanî ye şerê terorê kir. Divê rejîma Sûriyê dest ji hişmendiya xwe ya înkarkirinê berde û Rêveberiya Xweser bi projeya parçebûnê wesif neke."

Hevseroka MSD‘ê Emîna Umer di dawiya axaftina xwe de bang kir: "Divê ciwan rola xwe di vê tevgerê de diyar bikin, tev li tevgerên siyasî û leşkerî bibin û destekê bidin QSD‘ê ji ber ku tekane hêze ku mafê gel diparêze."

ANHA