Sersaxî ji malbata şehîd Elî Mihemed re hate xwestin

Şêniyên naveyên Hol û Til Hemîsê sersaxî ji malbata endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Elî Neso Mihemed re xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Elî Mihemed re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elî Mihemed re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elî Mihemed re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elî Mihemed re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elî Mihemed re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elî Mihemed re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elî Mihemed re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elî Mihemed re hate xwestin
18 kanûn, 2019   17:53
HESEKÊ

Bi sedan xelkê navçeyên Til Hemîs û Holê ji malbata endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Elî Neso Mihemed re xwestin, ê dema erka xwe bi cih dianî ji aliyê çeteyekê ve hate şehîdxistin.

 Konê sersaxiyê li bajarokê Um Hicêra yê navçeya Holê hatibû vedan û bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin.

 Di bin konê de deqeyek rêz hate girtin û axaftin ji aliyê Hevserokê Meclisa Navçeya Holê Emar El-Hisên, Hevserokê Navçeya Til Hemîsê Salih El-Xelef û hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif ve hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re xwestin û soz dan ku ew ê bi QSD‘ê re bisekinin heta armancên şehîdan pêk bînin.

Di axaftinan de êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin şermezarkirin, hate gotin ku armanca dagirkeriyê tinekirina projeya netewa demokratîk e.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatî hate kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

ANHA