Xelkê Helebê li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan

Li Helebê bi dirûşmeya "Xwe biparêze da ku dagirkirî û qirkirinê têk bibe"bi dehan kes daketin qadan û êrişên Tirkiyê şermezar kirin.

Xelkê Helebê li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan
Xelkê Helebê li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan
Xelkê Helebê li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan
Xelkê Helebê li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan
Xelkê Helebê li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan
Xelkê Helebê li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan
Xelkê Helebê li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan
Xelkê Helebê li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan
18 kanûn, 2019   17:50
HELEB

Bi armanca  şermezarkirina êriş û sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan xelkê Helebê li ber firneya El-Sîsî ya taxa Eşrefiyê kom bûn. Şêniyan alên YPG, YPJ, TEV-DEM‘ê wênyên zarokên ji ber sûcên dagirkeriya Tirk bûn qurbanî hildan. Her wiha pankartên "Em tola zarokên Efrînê hilînin" û "Ji bo têkbirin dagirkerî û qirkirinê" xwe biparêze" hatin vekirin.

Meş ji firneyê ber bi parka Îstîqama ve destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk "Berxwedan jiyan e " û "Erdogan kujer e" hatin qîrkirin.

Meş li ber parka Îstîqama rawestî. Piştî deqeya rêzgirtin, rêveberê Meclisa Taxa Eşrefiyê Ehmed Cafer axivî, êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeremzar kir.

Cafer got: "Dîrokê dewleta Tirk bi qetilkirin û komkujiyan dagirtî ye, delîlê vê yekê komkujiya li Til Rifatê bû ku di encamê de 10 sivîl, di nav de 8 zarok hatin qetilkirin. Siyaseta dewleta Tirk faşîm û ne exlaqî ye."

Ehmed Cafer bang li partiyê Kurdî ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê li dar bixin da ku karibin li hemberî êrişên Tirkiyê bisekinin û doza Kurdî biparêzin.

Rêvebera Weqfa Jin a Perwerde û Zanistê Hena Kerdûş jî axivî û got: "Projeya netewa demokratîk û avakirina QSD û Rêveberiya Xweser hevsengiyên siyasî û navdewletî guhertin, DAIŞ têk bir û ewlehî û aramiya herêmê vegerand. Lê ev yek li rihetiya dewleta Tirk nehat, ji ber vê yekê destê bi êrişan li dijî herêmên me kir."

Hena bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî sûcên Tirkiyê şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî, hiqûqî û yên jinan kir ku dimildest destwerdanê bike û komkujiyên ne exlaqî û ne mirovî yên Tirkiyê rawestînin.

Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk "Berxwedan Jiyan e"  û "Bijî Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

ANHA