Ji bo rêgirtina li pêşiya qirkirina nejadî û guhertina demografîk pêşniyar

Beşdarên maseya sêyemîn a komxebata "Qirkirian nejadî û guhertina demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê" çareserî û pêşniyarên xwe yên girêdayî rêgirtina li pêşiya qirkirina nejadî û guhertina demografîk anîn ziman.

Ji bo rêgirtina li pêşiya qirkirina nejadî û guhertina demografîk pêşniyar
Ji bo rêgirtina li pêşiya qirkirina nejadî û guhertina demografîk pêşniyar
Ji bo rêgirtina li pêşiya qirkirina nejadî û guhertina demografîk pêşniyar
Ji bo rêgirtina li pêşiya qirkirina nejadî û guhertina demografîk pêşniyar
18 kanûn, 2019   16:18
QAMIŞLO

Komxebata "Qirkirina nejadî û guhertina demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê" bi maseya sêyamîn a dawî berdewam kir. Ev mase ji aliyê endama Desteya Rêveber a Yekitiya Mamsoteyên Dêrikê Sîham Dawud ve hate bi rêveberin. Mase li ser mijara "Çareserî, diyarkirina rê û rêbazên ku destekê dide xebatên rêgirtina li ber qirkirina nejadî û guhertina demorafîk" bû.

Semîner yekemîn ji aliyê endama Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê parêzer Aynûr Zeyd Paşa ve hate dayîn. Aynûr bal kişand ser binpêkirinên Tirkiyê yên ji hevpeymana Cinêv 4 a sala 1949‘an û protlkolên wê yê sala 1977‘an.

Aynûr gelek çareserî ku  guhertina demorafîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe dike, rêz kir. ji wan:

-Belgekirina hemû sûcên koçberkirina bi zorê ya sivîlan û komkirina delîlan û pêşkirina ji Konseya Ewlehiyê û Dadgeha Cînayatan a navdewletî.

-Ji bo belgekirina binpêkirinên li dijî sivîlan bi Komîteya Navdewletî ya Şopandina Rastiyan a Girêdayî NY û Komîteya Xaça Sor têkilî were çêkirin û şahdîn zindî yên li herêmên dagirkerî pêşkêşî wan were kirin.

Aynûr destnîşan kir ku "Çareseriyên qanûnî hewcedarî kedeke mezin û zêdekirina xebatên doplomasî.

Hevserokê Melisa Kantona Kobanê Enwer Muslim jî qala binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destnîşan kir ku ev binpêkirinên sûcên li dijî mirovî û sûcên qirkirin û şer e.

Muslim rêzegirtek ji bo parastina sazumaniya civakî ya herêmê û ji bo ku rastî guhertina demografîk neyê pêşkêş kirin. Jê divê helwesta mala kurdî yek be û ji nakokiyên ku dibe bi dagirkerî û êrişkeran re bibe alîkar jib o ku wan dagir bike û binpêkirinên xwe li dijî gelê Kurd pêk bînin, dûr bikevin. Her wiha Rêveberiya Xweser wek çareseriyek ji tevahiya Sûriyê re bê pejirandin. Pergala nenavendîbûnê ji bingeha taybetmendiya her herêmekê bê pêkanîn. Di heman demê de tev li pêşxistina û avakirina welatê xwe (Sûriyê) bi awayekî hevkar dûrî hişmendiya tekekesî û dûrxistinê bibin.

Di dawiyê de Muslim behsa rewşa koçberên Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê kir û bang li NY û tevahiya rêxistinên navneteweyî tevî dewletên misogerkerên agirbesta bi aliyê tirk re kir, ji bo ku daxwazên koçberan ji bo ku bi çavdêriya NY`î vegerin warên xwe pêk bînin. Di heman demê de komîteyek bişînin herêmê ji bo ku rastiya nas bikin û binpêkirinên Tirkiyê li herêmên dagirkirî belge bikin. Her wiha binpêkirinên li dijî şêniyan ji kuştin, lîstina bi cenazeyan, koçberkirina bi zorê û desteserkirina malan pêk tên.

Ji aliyê xwe ve Hesen Mistefa di axaftina xwe de behsa sedem û armancên êrişên Tirkiyê li ser herêmê kir. Jê sedemên dîrokî. Mistefa diyar kir ku Tirkiyê dixwaze serfiraziyên imperatoriya osmanî li herêmê vejîne û hewl bide navaroka Mîsaqa Millî ya ku armanca wê ew e ku beşên fireh ji Sûriyê û Iraqê û hinek dewletên cîran tev li Tirkiyê bike.

Girêdayî sedemên siyasî Mistefa destnîşan kir ku Tirkiyê bi êrişên xwe armanc dike rewşek nû biafrîne ji bo ku wek kaxizek zextê û şantanjî bikar bîne û hinek destkeftiyên siyasî bidest bixe. Projeya Rêveberiya Xweser a ku li ser pergalên berê yên herêmê xeter e têk bibe. Tirkiyê ji zayîna projeyek li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevpar ditirse. Tevî sedemên civakî û abor.

Mistefa bibîr xist ku artêşa Tirk a dagirker ji bo ku armancên xwe pêk bîne, rêzerêbaz bikar anî, mîna destekdayîna komên terorîst, DAIŞ, mudexeleya yekser, pêkanîna siyasetên kuştin, koçberkirin, guhertina demografîk bi zorê û talankirin.

Der barê rê û rêbazên  qexekirina qirkirina etnîkî û guhertina demografîk de Mustefa banga pêşxistin û xurtkirina QSD‘ê û pêşgiriya gel a bi hêzên leşkerî re kir. Her wiha got, divê hewldanên qanûnî, hiqûqî û doplomasî û rêveberiya xweser ji komîn, heta meclis û xweseriyê di navbera hemû pêkhateyan de were pêşxistin.

Komxebat bi xwendina encamnameyê bi dawî dibe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qqfaG166IvI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>