Tevî êrişan jî projeyên xizmetguzariyê berdewam in

Komîteya Jîngehê û Şaredariyan a kantona Hesekê ya rojhilatê Sûriyê, milyarek lîre ji bo projeyên stratejîk veqetand. Proje ji kanalîzasyon, ava vexwarinê û sererastkirina rêyan pêk tê û 35 şaredariyên kantonê tê de cih digirin.

18 kanûn, 2019   08:13
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî êrişên artêşa Tirk komîteyên jîngeh û şaredariyan hêj projeyên xizmetê û birêxistinbûnê berdewam dikin. Komîte bi rêya desteyan hewl didin xizmeta avê, kanalîzasyon, sererastkirina rêyan, birêxistinkirina nava bazaran û avahiyan bikin.

Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a Kantona Hesekê projeyên vê salê berdewam dike û ji sedî 95 projeyên xizmetguzariyê bi cih kirin. Li gel ku lêçûna wê gihaşt milyarek lîreyên Sûriyê û li ser 35 şaredariyan hate belavkirin.

Der barê projeyên nîvê salê de serokê komîteyê Abdulxefûr Oso wiha tîne ziman: “Tevî gefên artêşa Tirk jî li herêmê ji sedî 95 projeyên îsal hatin bicihkirin. Piraniya van projeyan hem zîftkirina rêyan, ji nû ve sererastkirina piran û konçalan, peydakirina alavên ji bo şaredariyan hewce, av û binesaziya herêman, hem jî avakirina desteyên ku xizmetên fenî bikin, bûn.”

Têkildarî hurgiliyên lêçûnê Oso got di nîveka îsal de milyarek ji projeyan hate veqetandin û ji bo projeyên xizmetguzariyê hate belavkirin, li ser vî esasî ji kanalîsazyonan re 200 milyon, projeyên ava vexwarinê 75 milyon, projeyên bedewkirina bajar û bajarokên kantonê 125 milyon, ji bo sererastkirina rêyên taxa Newroz (Dahiyê) 130 milyon, 50 milyon ji bo sererastkirina alavên endezyariyê, 250 milyon ji bo kirîna alavên nû yên komxebata fenî, 50 milyon ji bo pêwîstiyên projeyan û 10 milyon ji taximên agirkujiyê li gel ku pereyên mayî ji bo zîftkirina rêyên sereke yên kantonê hate veqetandin.

Derveyî şaredariya bajarê Hesekê 35 şaredariyên girêdayî kantona Hesekê hene, ew jî li 11 navçeyan û 24 bajarokan in, jê yên sereke ev in; Serêkaniyê, Zirkan, Tiltemir, Şedadê, Mergeda, Hol û Deşîşa. Tê zanîn ku şaredarî li gorî û pereyên sindoqa xwe kar dide meşandin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/m9-LAySFq3I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>