Mezlûm Ebdî: Çareseriya dosyaya girtiyên DAIŞ`ê tenê li maseya NY`yê mumkin e

Fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku çareseriya dosyaya girtiyên DAIŞ`ê tenê li ser maseya NY`ê pêkan e.

Mezlûm Ebdî: Çareseriya dosyaya girtiyên DAIŞ`ê tenê li maseya NY`yê mumkin e
15 kanûn, 2019   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî vê êvarê li ser hesabê xwe yê twitterê de got: “Çareseriya dosyaya girtiyên DAIŞ`ê yên li gel hêzên wan, bi beşdariya nûnerên rasteqîn ên Sûriyê li Cinêvê ve girêdayî ye. Çareseriya dosyayên 12 hezar girtiyên DAIŞ`ê tenê li Cinêvê û li ser maseya NY`ê pêkan e. Her wiha çarenûsa wan bi rêya çareseriya siyasî ya Sûriyê û bi piştgiriya NY`ê diyar dibe.”

 Di heman demê de wezîrê karê derve yê Frasns got  ku çareserî bi beşdarbûna nûnerên rastîn ên Sûriyê li Cinêvê ve girêdayî ye.

Daxuyaniyên Mezlûm Ebdî û daxuyaniya wezîrê karê derve yê Fransa Jean-Yves Laudry heman nirxandin bûn. Dema ku got, DAIŞ`iyên li cem QSD`ê girtîne, ji ber rewşa welêt nikarin li Iraqê werin ceza kirin û çarenûsa wan bi çareseriya siyasî ya Sûriyê ve û bi piştgiriya NY`ê ve girêdayî ye.

Beriya niha QSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga avakirina dadgeheke navdewletî kiribûn, da ku çeteyên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê girtîne werin cezakirin.

(eh)

<blockquote class="twitter-tweet" data-lang="ar"><p lang="ar" dir="rtl">مؤكد أنه لا يمكن حل قضية ١٢ الف من معتقلي داعش لدينا إلا في جنيف وعلى طاولة الأمم المتحدة، وتقرير مصيرهم ضمن التسوية السياسية في سوريا برعاية الأمم المتحدة - كما صرح وزير الخارجية الفرنسي - مرتبط بحضور ممثلين حقيقيين للسوريين في جنيف.</p>&mdash; Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) <a href="https://twitter.com/MazloumAbdi/status/1206311054348828672?ref_src=twsrc%5Etfw">١٥ ديسمبر ٢٠١٩</a></blockquote>
<script async src="https://platform.twitter.com/widgets.js" charset="utf-8"></script>