Rêxistineke erebî têkildarî peymaneke nû ya wekî Sykes-Picot hişyarî da

Rapora Rêxistina Edil û Tenmiye ya Mafên Mirovan ku rêxistineke Misrê ye, hişyarî li ser pêkanîna peymaneke nû ya wekî Sykes-Picot di navbera Tirkiye û Îranê ya parçekirina dewletên erebî û dabeşkirina dewlemendiyên wan bi piştevaniya emîrê Qeterê Temîm Bin Hemed da.

Rêxistineke erebî têkildarî peymaneke nû ya wekî Sykes-Picot hişyarî da
15 kanûn, 2019   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Rêxistina Edil û Tenmiyê (wekhevî û geşkirinê) ya Mafên Mirovan Zêdan El-Qenaî bang li Misr, Erebistana Siûdiyê, Îmarat, Behreyn û Urdinê kir ku li hember mêtingeriya Tirkiyê û Îranê ya li ser dewletên erebî bisekinin.

Rêxistinê bang li dewletên Ereban kir ku piştevaniya projeya rizgarkirina ji mêtingeriya Îranê ji Iraq, Lubnan û Yemenê ya bi nûnertiya destekdayîna Hizbullahê li Lubnanê, Hûsiyan li Yemenê, bikin û Sûriyê vegerînin çarçoveya erebî.

Li aliyekî din jî rêxistinê banga piştevaniya projeya rizgarkirina ji wekîlên dewleta Tirk ên li dewletên Ereban û di serî de koma Îxwan El-Mislimîn, Fayêz El-Sîrac û Partiya El-Nehda ya Tunisê kir.

Rêxistinê daxwaz ji tevahî şepêlên nîştimanî yên li dewletên Ereban kir ku şerê projeya Îran-Tirkiyê bikin.

Li aliyekî dîtir jî rêxistinê bang li dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê kir ku bi Qeterê re heta girtina Dewhayê ya tevahî baregehên dewleta Tirk li ser xaka xwe û qewitandina Pasdarên Îranê ji Qeterê, li hev neyên.

(fr)