Sedema dubarebûna bûyerên qetilkirinê li kampa Holê çi ye?

Li xeternaktirîn kampên cîhanê jinên DAIŞ`î hewl didin îdeolojiya DAIŞ`ê bi rêya sekinandina li hember jinên ku hewl didin azadiyê bi dest bixin û pêşerojeke baştir ji zarokên xwe re peyda bikin, biparêzin.

Sedema dubarebûna bûyerên qetilkirinê li kampa Holê çi ye?
Sedema dubarebûna bûyerên qetilkirinê li kampa Holê çi ye?
Sedema dubarebûna bûyerên qetilkirinê li kampa Holê çi ye?
Sedema dubarebûna bûyerên qetilkirinê li kampa Holê çi ye?
Sedema dubarebûna bûyerên qetilkirinê li kampa Holê çi ye?
15 kanûn, 2019   07:52
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Çeteyên DAIŞ`ê li herêmê bi rêya malbatên xwe yên ku di nav kampa Holê de dimînin, îdeolojiya xwe hişt. Ev îdeolojî hêdî hêdî di nav kampê de derdikeve. Bi taybet piştî ku jinên DAIŞ`î xwe bi awayê koman bi rêxistin kirine. Ev jin hewl didin fikrên DAIŞ`î bidin rûniştandin û careke din bi rêya perwerdeyên bîrdozî û rêgirtina li pêşiya jinên ku hewl didin ji vê fikrê rizgar bibin, vejînin.

DAIŞ ji xeternaktirîn komên çeteyan li cîhanê tê hesibandin. Di sala 2014`an de bi navê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" derket. Karî rûberên berfireh ji Sûriyê û Iraqê bixe bin hegemonyaya xwe û îdeolojiya xwe belav bike. Lê DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve li Sûriyê li ser destê Hêzên Sûriya Demokartîk (QSD) bi dawî bû.

Li kampa Holê di vê dawiyê de gelek dîmenên ku birêxistinkirina jinên DAIŞ`î diyar dikin, hene. Jinan dadgehên şerî ava kirin, dewreyên bîrdozî ji zarokan re vekirin û komên ‘El-Hisbe’ ava kirin. Ji erka wan koman zarokan li ser îdeolojiya DAIŞ`ê perwerde bikin, niştecihên kampê ji jin û zarok ên ku fikrên DAIŞ`ê yên tundraw muxalefe dikin, muhesebe bikin. Ji ber wê her roj li kampê bûyerên celdkirin, qetilkirin û revînê rû didin.

Şahidek ji kampê ku nexwest navê xwe ji ber tirsa li ser jiyana xwe eşkere bike, detayên bûyerên di nav kampê de rû didin, vegotin. H.B. diyar kir ku jinên dixwazên ji fikrê DAIŞ`ê xilas bibin û pêşerojeke baştir ji zarokên xwe re peyda bikin, ji hêla jinên ku xwedî li fikrên DAIŞ`ê derketine, têne cezakirin.

H.B. bi eslê xwe ewropî ye û wiha dibêje: "Jiyana di nav kampê de êdî ne pêkan e. Ji ber ku jin ji hêla koma El-Hisbe ve rastî celdê tên, têne muhasebekirin û kuştin. Êdî jin li ser guhdarkirina muzîkê yan jî lixwekirina cilên rengîn an jî dûrxistina zarokan ji nîqabê û perwerdeya bîrdozî yan jî axaftina bi dezgehên çapemeniyê re têne muhesebekirin. Cezakirin digihîje celd, qetilkirin û şewitandina konan."

Kampa Holê li rojhilatê navenda bajarê Hesekê ye. Tê de zêdetirî 40 hezar kes ji malbatên DAIŞ`ê yên sûrî, iraqî û biyanî dimînin. Ev kamp ji mezintirîn kampên ku Rêveberiya Xweser ava kirine, tê hesibandin. Piştî ku DAIŞ`ê rûberên berfireh li Iraqê kontrol kirin, rêveberiyê ji bo penaberên iraqî kampa Holê ava kir.

Berpirsa hêzên ewlekariyê yên kampên malbatên DAIŞ`ê Roj Hesen di demek berê de ji ajansa me re diyar kiribû ku jinên DAIŞ`ê zarokên xwe li ser fikrê DAIŞ`ê perwerde dikin. Her wiha  bûyerên qetilkirina koçber û penaberan li kampê ranewestîne. Hewldanên revînê rojane pêk tên. Xetereya kampê heye û dibe di her kêliyê de ji kontrolê derkeve. Eger ev tişt çêbû encamên wê dê mezin bin, ji ber ku îdeolojiya wê li ser mirovahiyê xetere ye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QUI_o3a5e6w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>