Rêveberiya Xweser wergirtina pembû rawestand û miqdarên wergirtî yên îsal eşkere kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirtina berhma pembû li hemî navendên wergirtinê rawestand. Her wiha miqdarên ku îsal ji destpêka werzê ve wergirtine eşkere kirin.

Rêveberiya Xweser wergirtina pembû rawestand û miqdarên wergirtî yên îsal eşkere kir
Rêveberiya Xweser wergirtina pembû rawestand û miqdarên wergirtî yên îsal eşkere kir
Rêveberiya Xweser wergirtina pembû rawestand û miqdarên wergirtî yên îsal eşkere kir
14 kanûn, 2019   10:31
EYN ÎSA

Piştî ku cotkaran berhema pembû li navendên wergirtinê sekinand, Rêveberiya Xweser wergirtina pembo di 12`ê Kanûnê pênşemê de, rawestand.

 Ji destpêka wergirtina pembû ji cotkaran di 25`ê Îlonê de, Rêveberiya Xweser 5 navendên wergirtinê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekirin.

Navendên ku hatIbûn vekirin ev in: "Miheleca Hesekê, Mebrûka li Serêkaniyê, navenda 10 km li Dêrazorê, Çelebiyê li Kobanê û El-Sehlebiyê li Reqa."

Rêveberiya Xweser wergirtina pembû li navendên Serêkaniyê  û Çelebiyê piştî êrişa Tirkiyê li ser hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rawestand.

 Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo ligel ajansa me ANHA`yê, diyar kir ku miqdarên berhema pebmû ku li navendên Rêveberiya Xweser hatine wergirtin 43 hezar 800 ton in.

 

Barûdo destnîşan kir ku bihayê pembûyê ku ji wan re hatî, di dema hatiye diyarkirin de dê radestî cotkaran bê kirin.

 

Rêvebeiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihayê kîloyê pembû bi 330 lîreyên Sûriyê diyar kir,  ku bi kêmanî wergirtin bi 320 lîreyên Sûriyê be. Her wiha pereyên berhemê dê piştî 20 rojan ji radestkirinê, werin wergiritn.

Miqdarên berhema pembû li Serêkaniyê 3 hezar ton bûn, ku çeteyên artîşa Tirk a dagirker piştî dagirkirina bajêr desteser kirin.

(cx)

ANHA