Bavê şehîd:Ez bi lawê xwe serbilind im

Di merasîma oxirkirina şehîdê Berxwedana Rûmetê Ehmed El-Bikeyir de soza tolhildanê hat dayîn û bavê şehîd jî serbilindiya xwe bi lawê xwe anî ziman.

Bavê şehîd:Ez bi lawê xwe serbilind im
Bavê şehîd:Ez bi lawê xwe serbilind im
Bavê şehîd:Ez bi lawê xwe serbilind im
Bavê şehîd:Ez bi lawê xwe serbilind im
14 kanûn, 2019   11:01
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê şêhîd Ehmed El-Bikeyir (Dilşêr) ku di Berxwedana Rûmetê de şêhîd bûbû bi merasimeke girseyî li Goristana Şêhîdan a Til Temirê oxir kirin.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê wergirt û ber bi goristanê ve katin rê.

Li goristanê, merasîm bi torana leşkerî hat destpêkirin.

Endamê Rêveberiya PYD’ê ya Til Temirê Mihemed Seîd Şêxmûs sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Ev axa pîroz bi xwîna şehîdan hatiye avdan û dê armancên dagirkeran bi xwîna şehîdan têk diçin.”

Yek ji fermandarên QSD’ê Hogir Felek soza pêkanîna tolhildanê da û got: “Dijminê hov ku gelê me dike hedef li dijî êrişên wan di çarçoveya parastina rewa de, me gelê xwe parast. Me soz daye gelê xwe ku em ji bo parastina ax û gelê xwe bibin  mertal û fedayî. Heger êrişek li ser gelê me de bê kirin dîsa em ê di çepêrên herî pêş de cihê xwe bigrin. Em vînê ji şehîd û rêhevalên xwe yên berxwedêr digrin.”

Bavê şehîd Ehmed El-Bikeyir, Abdullah El-Bikeyîr jî di merasîma lawê xwe de ev tişt anî ziman: “Ez bi lawê xwe serbilind im ku ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe da. Şehîdên me rêya me ronî dikin.”

Piştî axatinan wesîqeta şehîd hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Di dawiya merasîmê de, şehîd Ehmed El-Bikeyir bi tililiyên dayikan hate oxirkirin.

(ekib)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/w7tDqViNqs0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>