Artêşa Lîbya çek û depoyên firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê rûxandin

Artêşa Lîbya ragihand ku hêzên wê yên asmanî beşeke mezin ji çek û cebilxaneya Tirkiyê û depoyên firokeyên bêpîlot û amûrên leşkerî li fakulteya asmanî li Misratê rûxandin.

Artêşa Lîbya çek û depoyên firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê rûxandin
14 kanûn, 2019   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN


Artêşa Lîbya duh di daxuyaniyekê de, wiha got: "Piştî çavdêriya rasterast a agahiyên istixbaratê der barê beşeke mezin ji çek û cebilxane, panzêr û amûrên leşkerî yên cur bi cur ên Tirkiyê yên ji gelek aliyên deryayî û asmanî ku ji çekdarên hikumeta El-Wifaq re şandine, hatin şopandin. Bi wê re jî em hemû dê li dijî artêşa Lîbyayê bên bikaranîn."

Daxuyaniyê wiha domand: "Li ser wan agahiyan û şopandinê, parastina asmanî ya Lîbyayê bi planeke rast cihên depoyên firokeyên  bêpîlot ên Tirkiyê li Kuliya asmanî li Misratê hedef girtin û rûxandin."

(jo)