Mijarên rojnameyên erebî – 14 Kanûn

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa herêmên bêçek, rewşa Lîbyayê û aloziya Erdogan a hundirîn, kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 14 Kanûn
14 kanûn, 2019   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: DER BARÊ SERWERIYA HÊZÊN EL-ESEDE LI SER HEMA Û IDLIBÊ DE, AGAHIYÊN BINAKOK HENE

Rojnameyên erebî vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir û di vî warî de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî:"Li herêmên bêçek li parêzgehên Idlib û Hemayê li gor peymana Astanayê ya bi garantora Rûsya, Tirkiyê û Îranê, şer di navber hêzên rejîma Sûriyê û oposzîsyonê de berdewam e."

Girêdayî mijarê daxuyaniyên tevlihev di navbera aliyên binakok de li ser seweriya li van herêman rû dan. Li aliyekî rejîma Sûryê ragihand ku pêşdeçûneke mezin di êrişên li ser eniyên parêzgehên Idlib û Hemayê, pêk aniye. Lê li aliyekî dîtir jî opozîsyona Sûriyê berevajî wê yekê eşkere kir.

Di vê çarçoveyê de çavkaniyekî leşkerî yê opozîsyona Sûriyê duh ragihand ku hêzên hikumeta Sûriyê di pêşdeçûna êrişên li ser eniyên parêzgehên Idlib û Hemayê de bi bin ketine. Lê li aliyekî din jî çavkaniyê nêzî hêzên hikumetê got, pêşdeçûn çêbûye.

Hêzên hikumetê yên bi piştevaniya balafirên Rûsyayê got ku nêzî serweriya li ser gundewarên Hema û Idlibê bûne, piştî kedên ku di mijdara borî de hatine dayîn, pêşdeçûnên meydanî li ser rêya Heleb-Şamê li herêma Meiret Niûman a bejahiyên rojhilatê Idlibê, pêk hatin.

Ev nakokiya tevlihev a di gotegotên rejîma Sûriyê û oposîzyonê de piştî du rojan ji peymana Rûsya, Tirkiyê û Îranê ya gera nû ji danûstandinên Astanayê der barê aloziya Sûriyê de, hatin. Di gerê de hat ku divê lihevkirinên der barê rewşa parêzgeha Idlibê , sepandina armayiyê li Bakur-rojhilatê welat, redkirina nêrînên qutbûnê û şerkirina kesên tundrew, pêk bên.

Li gor hejmarên dawîn ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê belav kirine, hejmara kuştiya ji destpêka şerê li herêmên"bêçek" ji Nîsana borî ve gihişt 4 hezar û 775 jê jî hezar û 224 sivîl in.

EL-EREB: KONGREYA AMERÎKÎ ITÎRAF BI QIRKIRINA ERMENAN KIR

Der barê wê de rojnemeya El-Ereb wiha got: "Kongreya Amerîkî bi fermî pêncşemê itîraf bi qirkirina ermeniyan kir. Bi wê yekê nakokiya Tirkiyê di pêvajoya çareseriyê de ji pêşeroja têkiliyên di navbera Washington û Enqereyê de zêde kir.

Bi wê yekê bû derbeyeke giran li ser têkiliyên Amerîka û Tirkiyê, ku ev demeke nakokî di navbera her du aliyan de zêde bûye. Weke hewldanên Enqere di gera li petrolê li berava Qubrisê de heta dagirkirina Tirkiyê ji Bakurê Sûriyê re û her wiha kirîna wê ji sîstema moşekan a Rûsan S-400’an.

ŞERQ EL-EWSAT: ŞER LI TERSBILUSÊ  GUR DIBE..HÊZÊN HEFTER JÎ LI BER DERIYÊN BAJÊR IN

Di mijara Lîbyayê de, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Şerê kontrolkirina bajarê Terablusê gur dibe û hêzên artêşa nîştimanî yên Lîbyayê bi fermandariya Mûşîr Xelîfe Hefter li ber deriyên paytextê ne."

Berpirsekî payebilind ê artêşa nîştimanî got ku yekîneyên artêşê li gor perespektîfên ku fermandarê giştî Mûşîr Xelêfe Hefter dane, dest bi hewldana derbasbûna paytexta Lîbya Terablusê kiriye."

ÎMARAT EL-YEÛM: AHMED DAUDUGLO PARTIYEKÎ NÛ LI DIJÎ "KOLETIYA KESAYETAN" LI TIRKIYE AVA KIR

Di mijara Tirkiye de jî, rojnameya Îmarat El-Yeûm wiha nivîsî: "Duh serokwezîrê Tirkiyê yê berê û hevalbendê Erdogan ê berê Ahmed Dauduglo paritiyekî nû ava kir.  Uglo got ku partiya wî dijberiya siyeseta "koletiya kesayetan" e. Her wiha soza demokrasiya di parlamantoyê û berfirehkirina qadên maf û azadiyan de da. Ev yek piştî çend rojan ji ragihandina hevalbendê berê yê Erdogan, cîgirê serokwezîr û wezîrê aboriyê yê berê Elî Babacan ku dê di hefteyên pêşîn de partiyekî ava bike, pêk hat."

(ekib)