Li Helebê pêşengeha ‘‘Vîna me ji tundiya we bi hêztir e‘‘

Bi dirûşmeya "Vîna me ji tundiya we bi hêztir e, destên xwe yên zalim rakin" Buroya Birêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê pêşangeheke şêwekariyê li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê vekir.

Li Helebê pêşengeha ‘‘Vîna me ji tundiya we bi hêztir e‘‘
Li Helebê pêşengeha ‘‘Vîna me ji tundiya we bi hêztir e‘‘
Li Helebê pêşengeha ‘‘Vîna me ji tundiya we bi hêztir e‘‘
Li Helebê pêşengeha ‘‘Vîna me ji tundiya we bi hêztir e‘‘
Li Helebê pêşengeha ‘‘Vîna me ji tundiya we bi hêztir e‘‘
Li Helebê pêşengeha ‘‘Vîna me ji tundiya we bi hêztir e‘‘
Li Helebê pêşengeha ‘‘Vîna me ji tundiya we bi hêztir e‘‘
Li Helebê pêşengeha ‘‘Vîna me ji tundiya we bi hêztir e‘‘
11 kanûn, 2019   17:31
HELEB

Pêşangeh li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji aliyê Buroya Birêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ve hate vekirin.

Buroyê bi alîkariya Navenda El-Enemil Mûbdîa 35 tabloyên girêdayî tundiya li dijî jinê di civakê de û rêyên bidestxistina azadiya xwe pêşkêş kirin.

Pêşangeh bi deqeyek rêzgirtin destpê kir û ji hêla dayîka şehîd Faiq Zab û Dawûd Neso ve hate vekirin.

Piştî wê sînevizyonek têkildarî tundiya li dijî jinê û binpêkirinên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dijî sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef hate pêşendan.

Her wiha serok û cîgira Buroya Birêxistinkirina Jin a Partiya Pêşerokjê ya Sûriyê du şêwekarên jin ji ber xebatên wan ji bo pêşangehê xilat kirin.

Pêşangeh wê du rojên din vekirî be.

(şx)

ANHA