Ciwanên Kobanê bi meşeke meşaleyan piştgirî dan Berxwedana Rûmetê

Ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê ya di roja xwe ya 61‘î de didome bi dehan ciwanên Kobanê  bi meşaleyan di nav kolanên bajêr de meşiyan.

Ciwanên Kobanê bi meşeke meşaleyan piştgirî dan Berxwedana Rûmetê
Ciwanên Kobanê bi meşeke meşaleyan piştgirî dan Berxwedana Rûmetê
Ciwanên Kobanê bi meşeke meşaleyan piştgirî dan Berxwedana Rûmetê
11 kanûn, 2019   16:50
KOBANê

Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk a li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê meşek bi meşalayan orgenîze kir.

Bi dehan şêniyên bajêr tevî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê tev li meşê bûn. Di meşê de alên Kongreya Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger û meşala hatin hildan.

Meş ji Qada Jina Azad a nevanda bajarê Kobanê destpê kir. Meşvanan ber bi Kolana Şehîd Sarya ve li gel berzkirina sloganên silavkirina Bexwedana Rûmetê û Hêzên Sûriya Demokratîk meşiyan.

Meş piştî derbaskirina 2 km di nav kolanên bajarê Kobanê yên sereke de bi dawî bû.

(şx)

ANHA